Kîev: Agirbesta Pûtîn hîleyek e

Hate ragihandin ku agirbesta 3 rojan a di navbera Moskov û Kîevê de ya bi boneya "salvegera serketina li hemberî Naziyan" ket meriyetê, lê Kîevê agirbest red kir û wek xapandinekê pênase kir.

Kîev: Agirbesta Pûtîn hîleyek e
8 gulan, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rûsyayê, agirbesteke 3 rojan a ji aliyê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve bi boneya salvegera "serkeftina li dijî Naziyê" hatibû ragihandin, îro kete meriyetê.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA’yê ragihand ku "Agirbest bi boneya salvegera 80’emîn a Serkeftina Mezin dest pê kir."

Lê Kîevê ev agirbest red kir û wek hîleyeke medyayî ya Kremlînê bi nav kir. Her wiha xwest agirbesteke 30 rojan ragihîne.

Çend saet beriya ragihandina agirbestê di navbera her du aliyan de êrişên hewayî yên li hemberî hev çêbûn. Li gorî agahiyan di encama şer de li Ukraynayê bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û balafirgehên Rûsyayê hatin girtin.

Kremlînê ragihand ku hêzên Rûsyayê dê rêzê li agirbestê bigirin, lê ger Ukrayna êriş bike dê bersivê bidin.

(bb)