Di rojnameyan de hevdîtina Macron û El Şerî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da serdana serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî bo Parîsê û daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trump a ragihandina rawestandina êrişan li ser Hûsiyan.

Di rojnameyan de hevdîtina Macron û El Şerî
8 gulan, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser serdana serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî ji bo paytexta Fransayê Parîsê nûçeyek bi sernavê "Pêşwazîkirina netemam a El Şerî: Parîs hewl dide bandora xwe xurt bike" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ev serdan nîşana vebûneke girîng di navbera her du welatan de nîn e, lê belê berjewendiyên hevbeş nîşan dide. Rojnameyê ragihand ku Fransa, bi hevkariya Almanyayê dixwaze bandora xwe di dosyaya Sûriyeyê de xurt bike, zextê li ser Rûsyayê zêde dike ku baregehên leşkerî li Sûriyeyê (Himeymîm û Tartus) diparêze û rê li ber berfirehbûna Tirkiyeyê di kar û barên Sûriyeyê de digire.

Rojnameyê da zanîn Şerî hewl dide rewatiya hikumeta xwe ya nû xurt bike, têkiliyên xwe bi Ewropayê re berfireh bike û hewl bide krîzên kombûyî, tevî komkujiyên li peravê ku bandora wan a siyasî û mirovî heye, derbas bike.

‘MACRON DI HEVDÎTINA LI GEL ŞERÎ DE BERJEWENDIYÊN KURDAN DIXE PÊŞIYÊ’

Rojnameya El Ereb a li Londonê ragihand ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevdîtina xwe ya li gel Şerî de tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên Kurdên li Sûriyeyê kiriye û peyameke zelal şandiye ku divê rêkeftinên siyasî yên nû Kurdan bêalî neke yan jî wan nexe ber gefên leşkerî, nemaze ji Tirkiyeyê ku hevalbenda Şerî ye. Hate diyarkirin Macron got "Em ê Kurdên Sûriyeyê bê piştgirî nehêlin" û pesnê rola wan a di şerê li dijî DAIŞ’ê de da.

Li gorî rojnameyê, Parîs ku welatê rojavayî yê yekemîn e ku pêşwaziya serokê desthilata Şamê dike, hewl da sûdê ji rojevkirina vê serdanê wergire da ku Şerî neçar bike ku Kurdan neke hedef.

‘PEYMANA TRUMP-HÛSIYAN: MA ÎSRAÎL LI DERVEYÎ PEYMANÊ BÛ?’

Rojnameya El Quds El Erebî ragihand ku serokê DYA’ê Donald Trump ragihand ku êrişên DYA’yê yên li dijî Hûsiyan li Yemenê rawestîne û îdia kir ku Hûsiyan daxwaza rawestandina bombebaranê kiriye û soz daye ku êrişî keştiyên DYA’yê neke. Hate gotin, Ummanê ragihand ku peyman bi navbeynkariya wê hatiye kirin û da zanîn ku her du aliyan li hev kiriye ku li Deryaya Sor û Tengava Bab Mendib hev nekin hedef.

Hate gotin, nûnerê Hûsiyan Mihemed Ebdulselam ragihand ku peyman Îsraîlê nagire nava xwe û got dê bi domdarî Îsraîlê bikin hedef. Rojnameyê bi bîr xist ku Îsraîlê jî dronek ku ji Yemenê hatiye avêtin, kir armanc.

Li gorî heman rojnameyê, Washington hewl dide berjewendiyên xwe yên stratejîk li Kendavê, Yemenê û dosyaya Îranê ji rojeva Îsraîlê veqetîne, ji ber ku Trump hewl dide beriya serdana xwe ya bo welatên Kendavê "serkeftinan" bi dest bixe. Rojname destnîşan dike ku ev cudahî berê di nav rêveberiya Amerîkayê de bûye sedema nerazîbûnan, bi taybetî piştî hewldanên dan û standinê bi Hamasê re yên der barê berdana rehînên amerîkî de ku vê yekê Îsraîl hêrs kiriye.

Rojnameyê her wiha ev nirxanndin kir: "Ev gav dibe ku destpêka guhertinekê di siyaseta herêmî ya Washingtonê de nîşan bide ku balê dikişîne ser mijarên serbixwe ji helwesta Îsraîlê, wekî pirsgirêka nukleerî ya Îranê û ji nû ve şekildana bandorê li Sûriye û Yemenê."

(bb)