Keştiyên şer ên Rûsyayê derbasî Deryaya Sor bûn

Hemwextî êrişên li dijî keştiyên bazirganiyê li Deryaya Sor, Rûsyayê destnîşan kir ku gelek keştiyên şer ên wê di tengava Bab El Mendib re derbasî Deryaya Sor bûn.

Keştiyên şer ên Rûsyayê derbasî Deryaya Sor bûn
28 adar, 2024   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke Rûsyayê diyar kir ku 2 keştiyên şer ên Rûsyayê di tengava Bab El Mendib re derbasî Deryaya Sor bûn.

Ajansê diyar kir ku tîmên herdu keştiyan perwerdeyên têkoşîna li dijî hemû senaryoyan dîtine.

Keştiyên Rûsyayê di çarçoveya geşta deryayî li deryayên navneteweyî de erkên xwe didomîne.

Henwextî wê, Hûsiyên li Yemenê êrişên xwe yên li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor didomînin.

(mh)