Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li gel kir ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin ku dê di 30'ê Gulana bê de dest pê bikin.

Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
Ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li gel: Beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin
28 adar, 2024   18:51
REQA

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro civîna xwe ya yekemîn li hola civînan a avahiya Desteya Kar û Barên Civakî ya bajarê Reqayê li dar xist. Di civînê de makanîzmaya komîseriyê hat nîqaşkirin û dema destpêkirina hilbijartinan hat diyarkirin.

Di civînê de komîseriyê 3 nivîsgeh damezirandin û ji bo her yekê hevserok hilbijartin. Ew jî nivîsgeha çavdêrî û îtîrazê, nivîsgeha daîreya hilbijartinê û nivîsgeha perwerdeyê ne.

Her wiha di civînê de logoya komîseriyê hat pêşniyarkirin û ji aliyê endamên wê ve hat erêkirin. Di logoyê de bi 3 zimanan hatiye nivîsandin.

Her wiha komîteyek ji 6 endamên komîseriyê ji bo amadekirina rêziknameya komîseriyê, hat damezirandin.

Komîseriyê ragihand ku hilbijartin dê di 30'ê Gulana bê de dest pê bikin.

Di dawiya civînê de daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komîseriyê şênî vexwendin da ku beşdarî hilbijartinan bin û dengê xwe bi kar bînin ku bi vî awayî edalet û demokrasî were pêkanîn.

(mh)

ANHA