Keştiya penaberan noqî avê bû: 10 sûriyeyî mirin

SOHR`ê da zanîn ku li nêzî beravên Lîbyayê keştiyeke penaberan noqî avê bûye û 10 penaberên sûriyeyî yên tê de bûn jiyana xwe ji dest daye.

Keştiya penaberan noqî avê bû: 10 sûriyeyî mirin
10 mijdar, 2023   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li nêzî beravên Lîbyayê keştiyeke penaberan di Deryaya Spî de noq av bûye. Di encamê de 10 penaberên sûriyeyî yên tê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

Hat zanîn ku penaberên mirine ji herêma Ziyabiyê ya gundewarê Şamê, Dera El Beled, Casim û Newa yên gundewarê rojavayê Derayê ne.

(c)