Li Derayê teqîna erebeyê

Li taxeke bajarê Derayê yê başûrê Sûriyeyê dema erebeyek derbas dibû mayînek teqiya.

Li Derayê teqîna erebeyê
10 mijdar, 2023   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şevê din li taxeke Derayê mayîna ku çekdarên nenas çandibû bi erebeyeke ji cureya “Sozuki” de teqiyaye. Ji ber teqînê zirarên madî çêbûn.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka îsal ve li Derayê 445 bûyerên ewlehiyê bi rêbazên cuda rû dane, di encamê de 350 kes hatine kuştin.

(c)