Kesên nenas hewl da Nav Berlînê bişewitînin

Navenda Nav Berlînê ku duh bi serdegirtina polîsan re rû bi rû ma, îro jî hewl dan bişewitînin. Dema ku kesên li navendê ew ferq kirin erîşkar ketin panîkê û rêviyan lê nehatin girtin.

Kesên nenas hewl da Nav Berlînê bişewitînin
6 cotmeh, 2024   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hin kesên nasnameya wan ne diyar hewl da Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Nav-Berlîn) ya li paytextê Almanyayê Berlînê ye bişewitînin.

Kiryar, nêzî saet 15.45’an hatin pêşiya navendê û piştî ku benzîn rijandin pêşiya avahiyê hewl da wê bişewitînin. Lê berî ku agir berdin avahiyê endamên li navendê rewş ferq kirin û êrişkar ketin panîkê û ji cihê bûyerê baz dan. Li navendê nêzî 40 kesî hebûn.

Desteya rêveberiya Nav-Berlînê wisa texmîn dikin ku ev bûyer sûîqastek e ku ji aliyê netewperestên Tirk ve pêk hatiye. Endamê Meclîsa Nûnerên Berlînê siyasetmedarê çepgir Ferat Koçak ku bi eslê xwe Kurd e di dema bûyerê de li avahiya navendê bû. Koçak giliyê êrişkarên nasnameya wan nediyar li ba polîsan kir.