Îsraîlê êrişî Humsê kir

Îsraîlê depoyên li gundewarên rojhilat û başûrê bajarê Humsê bombebaran kirin, di encamê teqîneke mezin çêbû û agir pê ket.

Îsraîlê êrişî Humsê kir
6 cotmeh, 2024   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên herêmê daxuyand ku li herêma navîn dengê teqînan hat bihîstin û niha lêpirsîn li ser wê tê kirin. Her wiha radyoya ŞAM FM jî diyar kir ku moşekek li nêzî çatrêya Hums-Selemiyê ketiye, di encamê de teqîneke mezin çêbû û agireke mezin li herêmê çêbû.

Radyoyê da zanîn ku dengên teqînê yên li herêma navîn hatine bihîstin ji ber teqîna cebilxaneyê bû. Ji ber ku hin nuqteyên li rojhilat û başûrê Humsê hatin hedefgirtin. Radyoyê aşkera kir ku pergala parastinê ya hewayî bersiva moşekan da.

Kanala Meyadîn jî anî ziman ku Îsraîlê depoyên li gundewarên rojhilat û başûrê Humsê bombebaran kirin.

(fr)