Wezîrên derve yên Enqere, Washington û Şamê mercên rakirina cezayan nîqaş kirin
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê diyar kir ku Washington wê wekî destpêk çend cezayan ji ser Sûriyeyê rake, lê ji bo rakirina tevahî cezayan merca wê ew e ku desthilata Şamê pêşketinê pêk bîne. Wezîrê derve yê desthilata Şamê jî got hevdîtina bi hevpîşeyên wî yên Enqere û Washingtonê re "biberhem û avaker" bû û bingehên nû ji bo têkiliyên stratejîk bi Amerîkayê re hatin danîn.

Ajansa "SANA" ya desthilata Şamê ragihand ku piştî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê, di navbera wezîrê Karên Derve yê desthilata Şamê Esed El Şîbanî û wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio de civîna yekemîn li dar ket.
Civîn bi beşdariya wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan li wîlayeta Antalyayê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Li gorî SANA'yê di civînê de hûrgiliyên rakirina cezayên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê, pêşxistina têkiliyên desthilata Şamê bi Amerîkayê re û rêbazên avakirina têkiliyeke stratejîk hatin nîqaşkirin.
Piştî civîna bi El Şîbanî re Rubio got Washington wê wekî destpêk çend cezayan qanûnî ji ser Sûriyeyê rake û diyar kir ku armanca Washingtonê pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyeyê ye.
Rubio destnîşan kir ku eger desthilata Şamê pêşketineke rastîn pêk bîne ew ê ji parlamentoya Amerîkayê bixwaze ku cezayan bi tevahî rake, ji ber ku aramiya Sûriyeyê bandora erênî li seranserî herêmê dike.
Rubio got desthilata Şamê di hin dozan de alîkariya Amerîkayê xwest û ew ê pê re alîkar bin.
Girêdayî heman mijarê, ajansa Reuters’ê ku xwe spartibû çavkaniyeke di rêveberiya Trump de ragihand ku dibe ku Wezareta Xezîneya Amerîkayê ruxsetên giştî ji bo gelek saktorên aboriyê yên Sûriyeyê bi taybetî yên girêdayî jinûve avakirinê, derxe.
El Şîbanî spasiya herdu hevpîşeyên xwe yên Tirk û Amerîkayê kir û gotcivîn "biberhem û avaker" bû û wan ji bo avakirina têkiliyên stratejîk ên pêşketî bi Amerîkayê re bingeh danîn.
(mh/fr)