SZK veşartî dixebitî lê êdî materyalan amade dike û 80 hezar xwendevan gihandin

SZK sala 2007`an veşartî dixebitî lê bi şoreşê re gihaşte wê astê ku  materyalên xwendinê amade bike. 80 hezar xwendevan ji SZK'ê derçûn û niha ji bo ku zimanê kurdî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî, tê dikoşe.

SZK veşartî dixebitî lê êdî materyalan amade dike û 80 hezar xwendevan gihandin
9 tîrmeh, 2026   03:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHîM

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di sala 2007’an de bi armanca ku zimanê kurdî biparêzin û pêşbixînin xwebatên xwe destpê kir. Ji ber wê pêvajoyê de rejîma Baas xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê kurdî qedexe kirîbû ev xwebeat bi veşartî tihat kirin.

SZK’Ê VEŞARTÎ DIXEBITÎ

SZK`ê ji destpêka avakirine (2007) heyanî sala 2011`an veşartî dixebitîn. Ditirsiyan ku werin girtin an jî sazî were girtin. Bi avakirina SZK`ê re dixwestin zimanê kurdî biparêzin û pêşbixînin. Saziyê di şert û mercên herî zehmet de dixebitî û li şoreşê bû lêvegera fêrbûyîn û pêşxistina zimanê kurdî.

NAVENDA LÊKOLÎNÊ AVA KIRIN

Hevseroka SZK`ê Viyan Hesen got: "Sala 2019`an me navenda lêkolîna zimanê kurdî li bajarê Qamişlo vekir. Her wiha navendên SZK`ê li hemû bajarên Rojava û li Heleb û Şamê jî hene. Berê navendên me li Tebqa, Reqa û Minbicê jî hebûn."

Viyan Hesen diyar kir ku gelê Kurd nirxekî mezin dide SZK`ê û wiha got: "Kurdên Rojava weke mala xwe ya duyemîn li SZK`ê dinêrin. SZK`ê diparêzin û destekê didine. Niha bi rêya SZK`ê herkes fêrî zimanê kurdî dibe."

ROLÊ SZK`ê DI XWENDIN Û ÇAPEMENIYÊ DE

Viyan anî ziman ku sala 2014`an mamosteyên ji SZK`ê mewzûn bûn êdî li dibistanan zarok perwerde dikirin. Her wiha zimanê kurdî li çapemeniyê û saziyên dîtir jî pêşket. Avakirina SZK`ê gelekî girîng bû û lêvegera hemû saziyên Rojava ye.

80 HEZAR FÊDE JI PERWERDEYA SZK`ê GIRTIN

Ji bo hejmara xwendevanên li SZK`ê xwendine Viyan Hesen got nêzî 80 hezar kesî ye û wiha lê zêde kir: "Asta yekemîn 30 hezar û 140 xwendevan, asta duyemîn 25 hezar û 842 xwendekar û asta siyemîn 20 hezar û 48 xwendevanin. Ji derveyî wan şagirt û xwendevan li dibistanên Rêveberiya Xweser zimanê kurdî dixwînin."

Viyan Hesen destnîşan kir ku ew ne tenê demsala havînê û zivistanê dewreyên perwerde yên fêrkirina zimanê kurdî vedikin û wiha pê de çû: `Her wiha xebatkarên saziyan piştî ku sibehê karê xwe bi dawî dikin me dewreyên fêrbûyîna astên zimanê kurdî ji wan re vekirine."

Ji bo meteryalên xwendinê yên dibistan û zanîngehan jî Viyan Hesen got SZK`ê meteryalên perwerde yên refa yekemîn heyanî zanîngehê amade dikin û û girêdayî dîrok, zimanê kurdî û kevneşopiyên civakî gelek lêkolîn kirine.

`EM DIXWAZIN FERMIYETA ZIMANÊ KURDî LI SÛRIYEYÊ ÇÊBE`

Viyan Hesen têkildarî fermîbuyîna zimanê kurdî wiha got: "Hikûmeta demkî qebûlnake ku zimanê kurdî jî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê. Em weke SZK`ê em ê têbikoşin heyanî ku zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de were naskirin."

Di dawiyê de Viyan Hesen wiha axivî: "Pêdiviyeke me ya mezin bi pisporên zimanê kurdî heye. Divê em li ser ziman lêkolînên xwe bidomînin û ferhengokên ziman derbixin. Bi vî awayî zimanê kurdî biparêzin û pêşbixin."

(np)

ANHA