Kêmbûna mazotê jiyana koçberên li Kampa Waşokanî dixe xetereyê

Rêxistinên mirovî piştî 4 salan dayîna mazotê ji bo koçberê li Kampa Waşokanî rawestandin, di encamê de 17 hezar û 500 kes bi sermaya dijwar re rû bi rû ne. Koçberan ji bo peydkirina mazotê banga destwerdana lezgîn kirin.

Kêmbûna mazotê jiyana koçberên li Kampa Waşokanî dixe xetereyê
31 kanûn, 2025   04:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Nêzîkî 17 hezar û 500 kes ku ji 2 hezar û 360 malbatan pêk tê, li Kampa Waşokanî li gundewarên Heseke yê kantona Cizîrê dijîn. Bi hatina zivistanê û re ew bi şert û mercên dijwar re rû bi rû ne. Rêxistinên mirovî îsal 160 lître sotemenî 4 caran li koçbran belav kir, lê cara 4’emîn a dawî bû, vê yekê malbat li ber sermayê hiştin.

Koçber ji ber nebûna kêmbûna mazotê û pêdiviyên bingehîn ji bo çareserkirina krîza mirovî, bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû ne, zarok, kal û pîr û jin di nav konên hilweşiyayî de li ber sermayê man.

RÊXISTINAN BEŞA DAWÎN A MAZOTÊ GERMKIRINÊ BELAV KIRIN

Hevserokê kampa Waşokanî, Yûsiv Şêxmûs der barê mijarê got: "Rewşa li kampê di warê hevkariya rêxistinên mirovî de pir dijwar e. Bi hatina zivistanê û sermaya dijwar re, rêxistinan dayîna mazota germkirinê ji koçberan re rawestand. Mazota ku vê dawiyê hat belavkirin a dawî bû.”

Şêxmûs wiha lê zêde kir: "Zarok, kal û pîr nikarin sermaya zivistanê di nava van konan de tehemûl bikin û qutkirina mazotê germkirinê dê tenê rewşa wan a jixwe nebaş e xirabtir bike.”

DI SALA NÛ DE DÊ PIŞTGIRIYA RÊXISTINÊN MIROV KÊM BIBE

Şêxmûs destnîşan kir: "4 rêxistin di nav kampê de dixebitin, lê piştî sersalê, hejmara rêxistinan dê kêm bibe, alîkariya xwarinê dê raweste, û li ûna wê alîkariya dravî dê ji koçberan re were peyda kirin, her kes mehê 13 dolar werdigire. Wa em em dikevin sala xwe ya 7`mîn de, kon qet nehatine guhertin û niha xirab bûne.”

ÇI JI DESTÊ ME TÊ EM Ê BIKIN Û JI BO ALÎKARIYA KOÇBERAN DAXWAZA DESTWERDANA LEZGÎN DIKIN’

Şêxmûs wiha domand: "Em wekî rêveberiya kampê, çi ji destê me tê ji bo koçberan dikin, û me ji Rêveberiya Xweser û saziyên peywendîdar daxwaz kiriye, ji bo ku alîkariya koçberan bikin, her wiha em nameyan ji rêxistinên mirovî re dişînin.”

Şêxmûs diyar kir ku ji bo alîkariya koçberan pêdivî bi destwerdana lezgîn heye, ji ber ku mazot pêdiviyek bingehîn e di demsala zivistanê de.

KOÇBERAN DAXWAZA VEGERA EWLE KIR

Yûsif Şêxmûs, di dawiya axftina xwe de bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir da ku vegera koçberan bo bajar û malên wan misoger bikin û trajediya ku ew li kampan dijîn bi dawî bikin. Şêxmûs diyar kir ku daxwaza sereke ya koçberan vegera ewle ye li gorî şertên peymana 10`ê Adarê ye.

(k)

ANHA