Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê hêviyên xwe yên sala nû anîn ziman

Şêniyên bajarên Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Cizîrê hêviyên xwe yên sala nû anîn ziman. Şêniyan hêvî kir ku sala nû bibe sala pêkvejiyan, aştî û xêrê. Koçberên Efrîna dagirkirî jî hêviya xwe ya vegera ewle û bidawîbûna zehmetiyên koçberiyê anîn ser ziman.

Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê hêviyên xwe yên sala nû anîn ziman
31 kanûn, 2025   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarokê Abir ê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê hêviyên xwe yên sala nû anîn ziman. 

Ehmed Nezal sala nû li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî di serî de malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Em hêvîdar in sala nû bibe destpêkeke rastîn ji Sûriyeyê re. Divê sala nû bibe sala jiyana hevbeş a di dewleta demokratîk û nenavendî de ku mafên hemû pêkhateyan tê de hatibin misogerkirin."

Welatî Felek Ferho jî got sala 2025'an gelek êş û azad ji gelê Sûriyeyê re anîn û hêvî kir ku sala nû bibe sala aramiyê ji bo seranserî Sûriyeyê û sala pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ber ku ev yek dibe sedema xurtkirina aştî û aramiyê.

Sûriya Himêdî sala nû li hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala xêr û ewlehiyê ji bo Sûriyeyê.

Şêniyên bajarê Girkê Legê jî hêvî kir ku sala nû bibe yekrêziya Kurdî û beşdariya wê di pêşeroja Sûriyeyê de ji ber ku ev gav gava bingehîn a ber bi aramî û aştiyê ve ye.

Koçbera ji bajarê Efrînê yê dagirkirî Bêrîvan Husên hêvî kir ku sala nû bibe sala xêrê ji bo tevahî Sûriyeyê û sala rizgariya Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û vegera ewle ya koçberan.

Hesen Husên jî got ji mafê gelê Kurd e ku piştî vê fedakariyê, di pêşeroja Sûriyeyê de beşdar be û nûnertiya wî were kirin û got: "Ev mafekî rewa ye."

Koçberê ji Efrînê Xilosî Beso hêvî kir ku di sala nû de Sûriye ji hemû pêkhateyan re bibe welat û hemû di bin siya neteweya demokratîk de bijîn û koçber vegerin herêmên xwe.

Murşide Mihemed hêvî kir ku sala nû bibe sala xêrê ji bo Kurdan û hemû gelên Sûriyeyê, şer rawestin, aştî û aramî li herêmê were pêkanîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.

(mh)

ANHA

Girkê Legê

Çilaxa