52 malbatên din ji kampa Erîşa derketin

52 malbatên din ji kampa koçberan a li Erîşa derketin û ber bi herêmên ve çûn.

52 malbatên din ji kampa Erîşa derketin
22 gulan, 2025   23:43
HESEKÊ

Rêveberiya Kampa Erîşa ya li başûrê bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya bernameya vegera dilxwazî de, îro koma 6 bi rê kir. Ev kom ji 274 kesan pêk tê û di nava 52 malbatan de ne û ber bi herêmên wan ên resen li Dêrazor, Eşara û Zîban ve hatin rêkirin.

Ev gav, di çarçoveya derxistina birêxistinkirî ya kesên dixwazin vegerin herêmên xwe de pêk tê. Bi vê yekê Rêveberiya Xweser hewl dide zexta li ser kampan sivik bike û îstîqrareke civakî li herêmên vê dawiyê ji rejîma vala bûne pêk bîne.

Rêveberiya kampê diyar kir ku ew ê di çend rojên bê de jî malbatên din ên ku dixwazin vegerin warên xwe derxin.

(fr)

ANHA