KCK: Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî nayê qebûlkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku axaftina Nêçîrvan Barzanî ya di civîneke li Hewlêrê de ya têkildarî helwesta tevgera wan “bi tu awayî nayên qebûlkirin”.

KCK: Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî nayê qebûlkirin
10 cotmeh, 2025   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkiya Çapemeniyê ya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê têkildarî mijarê ev daxuyaniya nivîskî da: 

"Ji bo bersiva li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya Rêber Apo ku 27'ê Sibatê da, PKK'ê kongreya 12'emîn civand, biryar da û ev yek ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. PKK'ê bi Kongreya 12'emîn re biryara xwe aşkera kir ku xwe fesih kiriye, her wiha li ser banga Rêber Apo stratejiya têkoşîna çekdarî terikandiye. Sekna xwe ya bibiryar a li pêşberî pêvajoyê jî bi şewitandina çekan nîşan da ku bi pêşengiya hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê hevrê Besê Hozat komek ji 30 kesî 11'ê Tîrmeha 2025'an çekên xwe şewitandin.

Di vê demê de ku li herêma me û welatê me bûyerên girîng diqewimin, tê dîtin bê projeya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo çi qasî girîng û jiyanî ye. Hemû kesên alîgirê aştî, demokrasî û azadiyê bi hesasiyeteke mezin nirxand.

‘AXAFTINA BI ARGUMANÊN DEWLETA TIRK XIZMETÊ JI GELÊ KURD RE NAKE’

Li pêşberî van pêşketinan, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di civînekê de têkildarî helwesta tevgera me û pêşketinên wê daxuyanî û nirxandinên neyînî dan ku van pêşketinan red dike. Ev daxuyanî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Nêçîrvan Barzanî bi nirxandinên xwe yên neheq û berevajîkirina rastiyan kete nava helwesteke neyînî ku ziman û mêjiyê dijberên çareseriyê dubare dike. Axaftina bi argumanên dewleta Tirk xizmetê ji gelê Kurd û hêzên demokrasiyê re nake. Şaşî û kêmasiyeke mezin e ku Nêçîrvan Barzanî bi wezîfeyeke welê radibe ku wek 'nakokî' di navbera Rêber Apo û tevgera me de heye nîşan dide û hewl dide têgihaştineke welê biafirîne ku wekî 'PKK li Rêber Apo guhdarî nake' bide nîşandan.

‘HER KES DIZANE BÊ KA EV ZIMANÊ DIJBER Ê KÊ YE’

Kurd hemû, her wiha hemû kesên alîgirên aştiyê baş dizanin bê ev zimanê dijber ê kê ye. Bê guman Nêçîrvan Barzanî dikare bi Komara Tirkiyeyê re têkiliyê deyne, kes ne li dijî vê yekê ye. Lê belê rewşeke manîdar e ku vê daxuyaniya xwe ya neyînî beriya serdana Tirkiyeyê da, her wiha di 9'ê Cotmehê de aşkera kir ku destpêka salvegera Komploya Navneteweyî ye û salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye.

‘DIVÊ NÊÇÎRVAN BARZANÎ VÊ HELWESTA XWE BITERIKÎNE’

Em vê daxuyaniya ku nîşaneya mêjiyê wî ye red dikin û pêşkêşî hemû derdorên hestiyar dikin. Em li bendê ne ku Nêçîrvan Barzanî vê helwesta xwe ya neyînî biterikîne."