Li Başûrê Kurdistanê di mehekê de 7 jin hatin qetilkirin

Di meha Îlonê de li Başûrê Kurdistanê 7 jin hatin qetilkirin û jinekê jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Li Başûrê Kurdistanê di mehekê de 7 jin hatin qetilkirin
10 cotmeh, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Îlona 2025’an de li Başûrê Kurdistanê herî kêm 7 jin hatin qetilkirin. Li gorî nûçeya ajansa NûJINHA’yê daneyên qetilkirina jinan wiha ne:

Di 5’ê Îlonê de li bajarokê Derbendîxan ê Silêmaniyê, jina bi navê Çawan Hesen ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Di 6’ê Îlonê de li parêzgeha Helebceyê cenazeyê jinekê (54) û keça wê (17) li mala wan hatin dîtin. Şûna guleyan di bedena wan de hebûn.

Di 8’ê Îlonê de li bajarokê Kifrî jineke 21 salî di bûyereke şerê bi kêran de hat hedefgirtin û ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

Di 25’ê Îlonê de li bajarokê Ranyayê jina bi navê Evîn Salih di salvegera yekem a zewaca xwe de bi awayekî biguman di encama şewatê de mir. 

Di 26’ê Îlonê de li Kerkûkê jineke 23 salî ji aliyê birayê xwe ve bi 14 guleyan hat kuştin.

Di 27’ê Îlonê de li taxa Qirge ya Silêmaniyê cenazeyê jinekê li mala wê hat dîtin, piştre kujer hat girtin.

Di 7’ê Cotmehê de li taxa Karêzewşk a Silêmaniyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

JI DESTPÊKA SALÊ VE 35 JIN HATINE QETILKIRIN

Ji destpêka sala 2025’an heta destpêka meha Cotmehê, 35 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin. 16 jin jî bi awayekî biguman mirine. Tê îdiakirin ku 3 jinan jî hewl daye xwe bikuje. Jinek jî neçarî xwekuştinê hatiye kirin.