Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 49 jin hatine darvekirin

Li gorî Rêxistina Heranayê, di nava 13 mehên borî de 49 jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 49 jin hatine darvekirin
10 cotmeh, 2025   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Herana bîlançoya darvekirinên di nava salekê zêdetir de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine pêkanîn, belav kir.

Li gorî bîlançoya Herana, di 13 mehên borî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, zêdetirî hezar û 537 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin ku ji wan 49 jê jin bûn û 3 jêrî 18 salî bûn.

Herana da zanîn ku di heman demê de 191 kes bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Her wiha destnîşan kir ku ji sedan 1.89’ê darvekirinan bi sûcên darayî, ji sedan 1.69’ê wan bi sûcên siyasî û ewlehiyê, ji sedan 0.85’ê wan bi sûcên olî, ji sedan 0. 85’ê wan bi tometên sixûrî û teqînan bûn.

Rêxistina Herana diyar kir ku piraniya darvekirinan ne li gorî proseya dadwerî, bêyî pabendbûna bi pîvanên darizandina dadperwer û bêyî parêzerekî diyarkirî hatine pêkanîn.

Hêjayî gotinêye ku li gorî belge û bîlançoyên heyî, ji sala 2021’an û vir ve rêjeya darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di rêjeyek berçav de zêde bûne. Ev rêje di sala 2025’an de gihiştiye lûtkeyê.