KCÊ-E’yê ji bo Şengalê bang kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê KCÊ-E’yê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand û got: “Divê bê zanîn ku ya tarîtî û reşiya herî kûr DAIŞ’ê da sekinandin BEXWEDANA ŞENGALÊ ya li dijî fermana 74’ya hate dayîn bû”

KCÊ-E’yê ji bo Şengalê bang kir
10 adar, 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Şengal / Êzdîxan di fermana 74’an şûn de ji bo ji nû ve ferman û jenosîd bi ser wan ve neyên, bi hewayeke civakî, aborî çandî û leşkerî li ser hîm û rêgezên Xweseriya Demokratîk bi firehî û kûrahî bi rêxistinbûna cewherî, pêngavên xweparastin û mayîndekirinê dane destpêkirin. Şengala azad, demokratîk û xweser bi avakirina yekîneyên leşkerî wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), bi sazkirina meclîsên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ); bi gav avêtinên partîbuyinê Partîya Azadî û Demokrasiyê a Êzdîxan (PADÊ) û bi ji nû ve bikaranîna şaredariyan li Şengalê hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve vejiya. Ku di vê çarçovê de bi deh hezaran Êzdiyên koçî derveyî Şengal kiribûn vegeriyan xaka xwe ya pîroz Şengalê! Ev vejîn weke tirs û xofekê kete dilê dewleta tirk a dagirker. Dewleta êrişkar bi hevkariya PDK û bi bêdengiya dewleta navendî ya Iraqê ji 3’ê Tebaxa 2014’an heta îro êrişên xwe yên li dijî jiyana nû a Şengalê bênavber didomîne.

Di van êrişan de armanca dagirkeran:

⦁ Jenosîda bi destê DAIŞ‘ê 3 Tebaxa 2014’an de da destpêkirin û nîvco ma temam bike.

⦁ Şengala bi hîmên Neteweya Demokratîk / Xweseriya Demokratîk tê avakirin, rawestîne.

⦁ Destketiyên civaka Êzdî yên siyasî, civakî û aborî têk ve bibe.

⦁ Bi van êrişan Şengala ku roj bi roj, ji Rojhilata Navîn re dibe mînak, vê hêviyê bişkîne.

⦁ Hêz û hişmendiya radestîkar û xayîn a PDK’ê li pêşberî hemû bêrûmetiya wê jî, wê dîsa li Êzdîxan serwer bike.

Dewleta tirk a faşîst û dagirker bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku bi Hewlêr Bexda û Enqere re dabû morkirin, armanca xwe ya sereke Şengal bi fermaneke nû, wê tune bike rûbirû bihêle. Êrişên dewleta dagirker a tirk hêz û cesareta xwe ji îxaneta PDK’ê, bêdengiya hêz û dewletên navneteweyî û ji dewletên herêmê digire.

Bangawaziya me di serî de ji dewletên yê Fermana 74’emîn weke jenosîd nirxandine ew bi erka xwe ya li Êzdiyan xwedî derkevin rabin.

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye damezrandin van êrişên tunekirinê yên ku dijî Şengalê têne kirin weke êrişên DAIŞ’ê bibînin û bi leşkerî û bi peymanên navneteweyî tevlî parastina xwedî derketina Êzdîxan bibin.

Gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yê Kurdistanê êrişên li dijî Şengal êrişên weke li dijî xwe bibînin û helwesteke yekîtî û neteweyî bidin nîşandan.

Ev êrişên dewleta tirk a dagirker di heman demê de zirar dide dewletên herêmê jî. Ji vê boneyê divê dewletên herêmê zanibin ku bêdengî û ji nedîtî hatina wan wê sibê li wan vegere! Êzdîxan / Şengal bi hêzên parastina cewherî yên jin û mêr ên leşkerî bi aweyekî canbexşane li ber xwe didin. Tevahiya civaka Êzdî divê ji bo Şengal bi yek dengî bi yek helwestê nerazîbûnên xwe diyar bike û bitêkoşe.

Herî dawî dewleta tirk a faşîst û dagirker bi amûrên hewayî ên bêmirov 8’ê Adarê êrişeke bêyî pîvanên mirovahiyê li dijî gundê Rêzka ya Şengalê kir. Ev êriş li ser vîn û îradeya jinê ye. Ev mejî mejiyê DAIŞ’ê ye. Jinên Şengalê pir bi rengeki dewlemend û berxwedêr 8’ê Adarê pêşwazi kirin, tam di vê rojê de ji, ev êriş pêk hat. Armanca vê êrişe li ser hêzên parastina Şengalê, ew e ku jinên Şengalê, ji vê doze wane rewa dûr nexin. Di vê êrişê de Mecdel Feqîr ji eşira Feqîran tevlî refên nemirên Êzdîxanê bû.

Em weke Koordinasiyona Civaka Êzdî yên li Ewropayê bangî Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropayê û tevahiya cîhanê dikin. Divê bê zanîn ku ya tarîtî û reşiya herî kûr DAIŞ’ê da sekinandin BEXWEDANA ŞENGALÊ ya li dijî fermana 74’ya hate dayîn bû. Vê berxwedanê hêvî da gelên bindest û rê li ber şikandina rêwîtiyê û tarîtiyê vekir. Dîrok îro ji mirovahiyê dixwaze ku deynên xwe yên ku xwişk û birayên Êzdî bidin. Şengal wê qet û qet serî berjêr neke. Lê divê ku di vê berxwedana xwe ya rûmetdar de tenê neyê hiştin.”