CENTCOM: Hêzên me 28 balafirên bêmirov xistin xwarê

CENTCOM’ê ragihand ku artêşa Amerîka û hêzên koalîsyonê herî kêm 28 balafirên bêmirov li ser Deryaya Sor wer kirine.

CENTCOM: Hêzên me 28 balafirên bêmirov xistin xwarê
10 adar, 2024   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku vê sibê, hêzên Amerîkayê û hevalbendên wê êrişeke berfireh a Hûsiyan têk biriye.

CENTCOM`ê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: "Duh saet di navbera 04:00`an û 08:20`an de, alozî gur bû û hêzên Amerîka û hêzên koalîsyonê herî kêm 28 balafirên bêmirov xistin xwarê.”

Her wiha hate gotin: “Tu zirar bi keştiyên hêzên deryayî yên Amerîkayê yan jî hêzên koalîsyonê û keştiyên bazirganiyê nehatiye.”

(şx)