Di êrişa hêzên Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin û 12 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di êrişên Ukraynayê yên li ser başûrê rojhilatê Moskovê de 3 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa hêzên Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin û 12 kes birîndar bûn
15 gulan, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Ryazanê yê li başûrê rojhilatê Moskowê Pavel Malkov der barê êrişa hêzên Ukraynayê de agahî li ser Telegramê weşand. Malkov diyar kir ku 3 hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne, her wiha 2 avahiyên niştecihan  zerar dîtin.

Ev êriş piştî êrişeke berfireh a Rûsya ya li ser Kîev û derdora wê pêk hatibû, ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişê de bi kêmanî 21 kes hatin kuştin.

Piştî bidawîbûna agirbesta ku ji aliyê serokê DYA'yê Donald Trump ve hatibû ragihandinê şerê Rûsya û Ukrayanyê îro dîsa dest pê kir.

(bb)