Kazaxistan dê tev li Peymanên Îbrahîm bibe

Kazaxistanê ragihand ku ew ê tev li Peymanên Îbrahîm bibe û ev gav wek “di çarçoveya siyaseta derve ya welat de xwezayî û mentiqî” nirxand.

Kazaxistan dê tev li Peymanên Îbrahîm bibe
7 mijdar, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Kazaxistanê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê tev li Peymanên Îbrahîm bibe.

Di daxuyaniya hikumeta Kazaxistanê de hate gotin: "Tevlêbûna me ya Peymanên Îbrahîm domandineke xwezayî û mentiqî ya siyaseta derve ya Kazaxistanê li ser esasê diyalog, rêzdariya li hemberî hev û îstîqrara herêmî ye."

Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsand: "A niha min bi serokwezîrê Îsraîlê û serokkomarê Kazaxistanê re peywendiyeke telefonî ya pir xweş pêk anî. Ji dema cara duyemîn bûme serok, Kazaxistan welatê yekem e ku tev li Peymanên Îbrahîm dibe. Ev gaveke mezin a ber bi avakirina piran li çar aliyên cîhanê ve ye."

Trump got merasîmeke îmzekirina fermî dê di demeke nêzîk de were ragihandin û diyar kir "gelek welatên din jî hewl didin tev lê bibin."

Serokê DYA’yê roja çarşemê gotibû: “Gelek kes hene niha tev li Peymanên Îbrahîm dibin. Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de Erebistana Siûdî jî tev lê bibe.”

Trump ku dê 10’ê Mijdarê bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hevdîtinê bike, zextê li Sûriyeyê dike ku ew jî tev li peymanê bibe.

Di sala 2020’an de, Îmarat, Behreyn, Fas û Sûdan û çend welatên din ên Ereban Peymanên Îbrahîm îmze kiribûn.

Sûriye, Erebistana Siûdî û Lubnanê îmzekirina peymanê red kir.  Siûdî destnîşan dike ku heya gav ber bi avakirina dewleta Filistînê ya serbixwe ve neyê avêtin, ew têkiliyan bi Îsraîlê re îmze nake.

(bb)