Artêşa Îsraîlê careke din ket gundekî Quneytîrayê

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê duh derengiya şev ket gundekî li başûrê Quneytîrayê.

Artêşa Îsraîlê careke din ket gundekî Quneytîrayê
7 mijdar, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEAN

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 7 erebeyên leşkerî pêk dihat, derengiya şevê ket gundekî li başûrê Quneytîrayê. Yekîneya artêşê ji deriyê El Eşayê ber bi gundê Reîf ê Quneytîrayê ve çû.

Hemwextî têketina yekîneya artêşê, balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

Hêzên hikumeta veguhêz li hemberî liv û tevegerên artêşa Îsraîlê ku di xaka Sûriyeyê de zêde bûne, tu helwestan nîşan nadin.

(bb)