Karwaneke tenduristiyê ya mirovî ya Heyva Sor a Kurd ji Hesekê ber bi Helebê ve diçe

Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 15 kamyonên alikariyê ber  bi taxên Helebê ve û ji bo vekirina korîdora mirovî, kete rê.

Karwaneke tenduristiyê ya mirovî ya Heyva Sor a Kurd ji Hesekê ber bi Helebê ve diçe
9 ÇILE, 2026   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyniyekê bangewazeiyeke mirovî ya lezgîn da kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku tavilê destwerdanê bikin da ku êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd li Helebê rawestînin û korîdorên mirovî yên ewle ji bo derxistina birîndaran û gihandina alîkariyê, vekin. 

Piştî daxuyaniya ku li navenda bajarê Hesekê hat xwendin, Heyva Sor a Kurd karwaneke mirovî û tenduristî ku 15 westyîtan pêk tê, ber bi bajarê Helebê ve bi rê kir.

Di nava karwanê de bijîşk, xebatkarên tenduristiyê, alavên bijîşkî, deman û alavên veguheztina şehîd û birîndarn jî hene.