konê Şehîd Polat Xanîka: Ji bo berxwedêran rabin ser piyan

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo ji bo şervanê QSD`ê Şehîd Polat Xanîka (Silêman Îsa Ehmed) li taxa Aşûriyê ya Qamişlo ya kantona Cizîrê konê sersaxiyê danî. Di bin kon de silav ji berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re hatin şandin û banga xwedîderketinê li berxwedanê hat kirin.

9 ÇILE, 2026   13:52
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo ji bo şervanê QSD`ê Şehîd Polat Xanîka (Silêman Îsa Ehmed)  ku di 7`ê Çileyê de, di encama nexweşiyê de şehîd bûbû, li pêş mala şehîd a li taxa Aşûriyê (Xanîka) ya Qamişloyê konê sersaxiyê danî.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, oldar, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb, hêzên leşkerî, Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin bin kon. Wêneyên Şehîd Polat Xanîka, 12 şehîdên malbatê û Rêber Abdullah Ocalan di bin kon de hatin hildan.  

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî. Rêzan Gulo di kesayeta Şehîd Polat Xanîka û şehîdên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Polat rêhevalê şehîdan û Rêber Apo dilsozê şoreşê bîr tînin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Di destpêka têkoşîna têkoşîna azadiyê de, ji beriya deriyê mala xwe ji bo têkoşeran veke dilê xwe vekir. Li hemberî DAIŞ, rejîma Baasê de, dagirkeriya Tirk têkoşiya. Dema di nexweşxaneyê de jî berxwedana gel silav kir. Em berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin, niha DAIŞ’a ku me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir îro hêzên navnetewî û alîgirên wan ew anîn Şamê. Em wan bêbextan û planên wan ên gemar nehlet dikin. Ewê nekarin berxwedan û moralê me tê bibin”.

Piştî axaftina Rêzan Golu, Endamê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Qamişloyê Nezîr Sofî şehîd Polat û tevahî şehîdên azadiyê bîr anî û wiha axivî: “Ji salên 80’an de heval Polat cihê xwe di têkoşînê de girt. Cih di tevgera civakî, siyasî û leşkerî de girt. Şehîd Polat gotina Rêber Apo, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan ku digotin ‘Berxwedan Jiyan e’ di pratîkê de pêk anî.”

Piştî wê Endama Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Ezîze Îskender jî sersaxî ji malbatê re xwest û bang li Kurdan kir ku îro di seferberiyê de bin û li ser piyan bin.

Di bin kon de dengê Şehîd Polat ku di nexweşxaneyê de qeyd kiribû hat pêxistin, Şehîd silav li Rêber Apo û şervanên azadiyê kir û got: “Rêber Apo dê hertim mihwera heqîqetê be”.  

Piştre merasim bi dawî bû, dê îro gel û pêkhateyên herêmê di bin kon de bên pêşwazîkirin.

(bî-re)

ANHA