Gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê biçin Helebê

Piştî daxuyaniya Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, bi sedan welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, dest bi amadekariyan kirin ku biçin Helebê.

Gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê biçin Helebê
9 ÇILE, 2026   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê, îro (9 Çile) daxuyaniyek da û bibîr xist ku ji 6’ê Çileyê ve li ser herdu taxan êrişên dijwar ên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û komên çete yên bi desta Tirkiyeyê didomin. 

Meclisê diyar kiribû ku êrişkar komkujiyan pêk tînin, metirsî didome, teslimiyet li ser wan tê ferzkirin, lewma ew ê dijî êrişan xwe biparêzin.

Piştî vê daxuyaniyê Hevya Sor a Kurd bi 15 wesayîtan alîkariya tenduristiyê ber bi Helebê ve derxist rê.

Li aliyê din li tevahiya kantonên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Tebqa û Firatê jî bi sedan welatiyan dest bi amadekariyan kirin ku biçin Helebê.

Li gorî agahiyên ku meclîsên gel ên bajaran dane, li hemû bajaran amadekariyên gel berdewam dikin.

(ekip)

ANHA