Karwanê piştgiriyê gihaşt Dêr Hafirê

Karwanê piştgiriya bexwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihaşt deriyê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê.

Karwanê piştgiriyê gihaşt Dêr Hafirê
10 ÇILE, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên kantonên Cizîrê, Dêrazor, Firat, Tebqa, Reqayê bersiva banga seferberiya giştî da ku Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî kiribû.

Girse beriya çend kêliyan gihaşt deriyê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê yê li bermaberî herêmên di bin kontrola hikumeta demkê de.

Ji 6’ê çileyê ve çeteyên hikumeta demkî bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin û komkujî li dijî sivîlan pêk anîbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan didin.

(b)

ANHA