Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud: Bila şandeyên bê alî werin nexweşxaneyê bibînin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxa Şêxmeqsud, îdîayên komên çeteyan ku dibêjin di bin nexweşxaneyê de tunel hene, derewandin û xwest ku şandeyên bê alî werin û rewşa nexweşxaneyê ji nêz ve bibînin.

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud: Bila şandeyên bê alî werin nexweşxaneyê bibînin
10 ÇILE, 2026   14:42
HELEB

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destekê dide wana, berê hemû êrişên exwe dane nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir. Tevî ku li nexweşxaneyê nêzî 100 birîndar, nexweş, jin, zarok hene jî, êriş didome. 

Çete îdîa dikin ku di bin nexweşxaneyê de tunel hene û hêzên ewlekariyê li wan deran şer dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî  weşand û ev îdîaya çeteyan derewandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çete dixwazin hinceta komkujiyê ji xwe re peyda bikin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku şandeyên bê alî yên mafên mirovan ên navnetewî werin û rewşa nexweşxaneyê di cih de bibînin.

(a)

ANHA