Karwanê alîkariyê ber bi herêma peravê ve bi rê ket

Heyva Sor a  Kurd karwanekî alîkariyan ku ji 10 hezar paketên xwarinê pêk tê ber bi herêmên perava Sûriyeyê ve şand.

17 adar, 2025   09:06
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd duh ragihandibû ku dê ji bo destekkirina sivîlên li herêma perava Sûriyeyê, alîkariyên karwanên alîkariyên mirovî bi rê bike.

Hevya Sor a Kurd vê sibehê karwanekî alîkariyan ji bajarên Qamişloyê ber bi herêmên peravê ve bi rê kir.

Ji endamên Heyva Sor a Kurd Ehmed El Mihêmîd der barê mijarê de eva agahî dane " Me bi tevkariya saziyên civaka sivîl û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngaveke pêşkêşkirina alîkariyan ji bo xelkê me yê peravê ve da destpêkirin. Karwanê ku îro hat birêkirin ji 10 hezar paketên xwarin û ard pêk tê."

Li gorî berpirsên Heyva Sor a Kurd, karwan dê ji 20 kamyonên barhilgirên madeyên xwarinê pêk were.  

Alîkarî dê ji bo mexdûrên komkujî û êrişên di navbera hêzên desthilata Şamê û komên çekdar de werin şandin.

 (bb)

ANHA

hesekê

qamişlo