Navên şehîd û birîndarên komkujiya li Kobanê

Navên sivîlên di komkujiya li gundê Berbotanê de şehîd û birîndar bibûn hatin aşkerakirin.

Navên şehîd û birîndarên komkujiya li Kobanê
17 adar, 2025   08:30
KOBANÊ

Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker şevê din saet 00.40’an li gundê Berxbotan ê Kobanê malbatek bombebaran kir. Her wiha bi çekên giran jî gund topbaran kir.

Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Navê şehîd û birîndaran komkujiyê wiha ne:

Ahîn Osman (15 salî), Dîclê Osman (14 salî), Dolovan  Osman (13 salî), Yasir Osman (6 salî), Saliha Osman (4 salî), Fawaz Osman (2 salî), Avesta Osman (8 mehî), û dê û bavê xwe Osman Barkal Abdo (42 salî) û Xezala Osman Abdo (39 salî).

Ronîda Osman (18 salî) û Narîn Osman (9 salî).