Karwanê agirkujiyê vegeriya herêmê

Karwanê agirkujiyê ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya xebatên vemirandina şewatan şandibû perava Sûriyeyê, piştî ku şewat hate vemirandin, vegeriya herêmê. Hikumeta veguhêz a Şamê bi fermî spasiya karwan kir.

Karwanê agirkujiyê vegeriya herêmê
9 tîrmeh, 2025   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro danê sibê karwanekî piştgiriyê ku ji 150 xebatkarên agirkujiyê û 18 wesayîtên agirkujiyê û alavên din pêk dihat, ji bo piştgiriya xebatên vemirandina şewatên daristanan, şandibû herêma peravê.

Şandeyeke hikumeta veguhêz li nêzî bajarê Selemiyê yê gundewarên Hemayê pêşwaziya karwan kir û diyar kir ku şewatên li daristanên peravê hatine vemirandin.

Şandeya hikumetê bi navê wezîrê karên hundir spasiya xebatkarên karwanî kir.

Rêveberiya Xweser duh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku şewatên li herêmên peravê karesateke jîngehê ye û pêdivî bi destwerdaneke navneteweyî heye. Her wiha diyar kiribû ku ew amade ye "di çarçoveya derfetên berdest de, her cure alîkariyê pêşkêş bike.”

(k)