Ayşegul Dogan: Em ê kêliya dîrokî ya merasîmê bişopînin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da û got: “Em ê di 11ê Tîrmehê de em ê şahidiya merasîma çekberdanê bikin.”

Ayşegul Dogan: Em ê kêliya dîrokî ya merasîmê bişopînin
9 tîrmeh, 2025   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan û geşedanên di rojevê de daxuyanî da.

Ayşegul Doganê, diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Em tenê şahidiya vê pêvajoya dîrokî nakin, her wiha berpirsyartiyeke jiyanî li me bar dike. Ji ber ku em qala jiyana mirovan dikin. Ji bo pêkhatina îxtîmala bidawîbûna şer û pevçûnan em ber qonaxeke girîng ve diçin. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Piştî 26 salan me cara ewil ji birêz Ocalan, ji Îmraliyê dîmenek dît. Peyam û daxuyaniyên li pey hev tên dayin jî hene.

Eleqeyeke dinyayê ya zêde heye. Demek meseleya Kurd ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye. Lewma em di qonaxeke dîrokî de ne. Em di qonaxeke dîrokî ya ku dê sedsala Tirkiyeyê diyar bike de ne. Bi salan me got ku navnîşana çareserî û aştiyeke wekhev, birûmet û mayinde birêz Ocalan e. Me îro ev yek dîsa dît.” 

Ayşegul Dogan têkildarî merasîma çekberdanê wiha got: “Merasîma çekberdanê di 11ê Tîrmehê de dê li Silêmaniyê bê lidarxistin. Ji bo şopandina merasîmê hevserokên me û berdevkên partiyên pêkhateyên me dê merasîmê bişopînin û em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin.”