Karwana şêniyên bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê

Karwana şêniyên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê, ji bo beşdarî çalakiyên parastina bendavê bibin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar bikin, gihîşt Bendava Tişrînê.

Karwana şêniyên bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Karwana şêniyên bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
11 sibat, 2025   18:47
BENDAVA TIŞRÎN

Vê sibehê, karwana şêniyên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Braik û Şedadê yên kantna Cizîrê  ber bi Bendava Tirşînê ve bi rê ketibû.

Nûçegihana ajansa me ji Bendava Tişrînê got karwana şêniyên kantona Cizîrê gihîşt bendavê û berxwedêrên bajarê Kobanê yên li bendavê pêşwaziya karwana şêniyan kir.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan ji 8’ê Çileyê ve, kom bi kom nobeda parastina bendavê dewr digirin.

(fr)