Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lewend soza domandina berxwedanê da

Xelkê bajarên Çilaxa û Girkê Legê yên kantona Cizîrê sersaxî da malbata şervanê QSDˋê şehîd Lewend Girkê Legê û diyar kir ku heta pêkanîna azadiyê ew berxwedana xwe ya li dijî planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lewend soza domandina berxwedanê da
Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lewend soza domandina berxwedanê da
Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lewend soza domandina berxwedanê da
Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lewend soza domandina berxwedanê da
Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lewend soza domandina berxwedanê da
Beşdarên merasîma sersaxiyê ya şehîd Lewend soza domandina berxwedanê da
11 sibat, 2025   17:44
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê li bin konê sersaxiyê yê şehîd Lewend Girkê Legê (Rêwan Merîka) sersaxî ji malbata wî re xwest.

Konê sersaxiyê li gundê Gundikê Şelal ê gundewarê bakurê Çilaxa hat vedan.

Lewend Girkê Legê li herêma Aliyan a kantona Cizîrê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, di 9ˋê Sibata 2025ˋan de şehîd bû. Cenazeyê Lewend Girkê Legê li Pakrewangeha Şehîd Xebat a bajarê Dirêkê bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin.

Di merasîmê de li ser navê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferzende Munzur axivî û got: "Ne ji fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûya em îro bi azadî nedijîn û li herêmên me ewlehî û îstîqrar nîn bû. Em gelên herêmê deyndarê van fedakariyan in."

Munzur wiha domand: "Ji bo parastina nirxên şoreşê, destkeftiyên şehîdan û destkeftiyên têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan li Rojava, divê em li dora QSDˋê ku rêxistina herî tarî li cîhanê têk bir, bicivin. Îro jî bi heman rihê QSDˋê striya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bendava Tişrînê û Qereqozaqê dişikînin."

Munzur di dawiyê de wiha got: "Wê azadî û avakirina Sûriyeya pirengî bi zendên QSDˋê pêk bê. Em li vir, soz didin şehîd û Rêberê xwe ku heta pêkanîna azadiyê em li ser şopa we ne."

Di dawiyê de wesîqeyê şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA