Li Tirbesiyê û Reqayê Komploya Navneteweyî hat şîrovekirin

Bi boneya nêzbûna salvegera 26ˋan a Komploya Navneteweyî li bajarên Reqa û Tirbespiyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 civîn hatin lidarxistin. Beşdaran got Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên heyî çareser bike.

11 sibat, 2025   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên ji bo daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li tevahî bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî civîn tên organîzekirin. 

Girêdayî mijarê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola nivîsgeha PYDˋê ya bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bi beşdariya bi sedan pêkhateyên bajêr ji Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyan civînek li dar xist.

Di civînê de hevserokê PYDˋê Xerîb Hiso axivî û diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî fikra demokratîk a azad e.

Hiso wiha got: "Derketina bi milyonan mirovan li seranserî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bandoreke mezin li siyasetên dewleta Tirk kir. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya ferzkirinê vîna gelan bişikîne û siyasetên xwe yên qirkirinê bidomîne."

Her wiha hevseroka Meclisa PYDˋê ya kantona Cizîrê Ayhan Murad li ser Komploya Navneteweyî axivî û got fikra rizgariyê ya ku Rêber Abdullah pêşkêş kiriye bi taybet a girêdayî azadiya jinê, li Rojhilata Navîn modeleke nadir û nimûne ye. Rêbertî dikare pirsgirêkên heyî çareser bike."

Girêdayî heman mijarê, Meclisa Giştî ya kantona Reqayê li hola Mişwar a başûrê bajêr civînek li dar xist. Di civînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Reqa, endamên Rêveberiya Xweser, şêx û rûspiyên eşîrên Efadile û Bû Esaf, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, meclis, komîn, Desteya Çandê û xelkê Reqayê, beşdar bûn.

Di civînê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer li hûrgilî û armancên Komploya Navneteweyî û bandorên wê li ser doza Kurd û herêmê bi giştî axivî. Koçer got: "Ev Komploya Navneteweyî ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû, lê belê li dijî gelê herêmê bi giştî bû. Armanca wê yekê ew bû ku di navbera pêkhate û neteweyên li herêmê de şer û alozî derkevin."

Koçer wiha domand: "Îro jî saleke din a pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike, ew sal jî li dijî nijadperestiyê sala berxwedan û pêşdeçûna felsefeya nû ye. Wê di 15ˋê Sibatê de ji bo çareserkirina doza Kurd ji girtîgeha Îmraliyê de bangek bê kirin."

Koçer wiha dawî li gotina xwe anî: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne dan û standin û nîqaşan bikin. Em li aştî û çareseriya siyasî ya aştiyane digerin. Gelê Sûriyeyê ji şer westiyaye, her wiha gelê Tirkiyeyê jî. Armaca me ya bingehîn a roja 15ˋê Sibatê ji roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Abdullah Ocalan."

Civîn bi diruşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA