Karsazên Şamê hişyariya têkçûna hilberîna Sûriyeyê da

Karsazên li Herêma Pîşesaziyê yê Adrayêya ya Şamê daxwaza avakirina rêveberiyeke nû kir nûneriya wan bike. Her wiha banga parastina kargehên herêmî kir û hişyarî da ku berdewamiya rewşa heyî siberoja hilberînê li Sûriyeyê dixe xetereyê.

Karsazên Şamê hişyariya têkçûna hilberîna Sûriyeyê da
5 cotmeh, 2025   05:35
ŞAM

Karsazên li Herêma Pîşesaziyê ya Adrayê ya Şamê, nerazîbûna xwe têkildarî kiryarên rêveberiya nû ya ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye diyarkirin, anîn ziman. Karsazan diyar kir ku hikumetê meclisa rêveber a berê betal kiriye û hemû biryar xistine destê aliyekî ku nikare pîşesaziyê bi rê ve bibe.

Herêma Pîşesaziyê ya Adrayê li bakurê Şamê ye, li ser rûbereke 7 hezar hektar hatiye avakirin û 4 sektorên wê yên sereke hene; pîşesaziyên endezyariyê, pîşesaziyên tekstîlê, pîşesaziyên xurekê û pîşesaziyên kîmyewî. Li herêmê 780 kargeh hene.

Karsazan destnîşan kir ku rêveberiya nû lîsansên pîşesazên hin kargehan betal kirine û dan û standina dolar ferz dike ku ev yek bûye sedema tevliheviya îdarî û her rayedarek biryarên yekalî dide.

Karsazan her wiha rexne li Odeya Pîşesaziyê kirin ku tu rola wê tune ye, tenê serokê wê kursiya xwe diparêze bêyî ku ji bo parastina berjewendiyên wan destwerdanê bike.

Karsazan daxwaza ji nû ve nirxandina biryara betalkirina meclisa rêveberiyê kir ku ew biryar ji hêla rêveberê bajêr Samir Îsmaîl ve bêyî bingeheke qanûnê hatiye dayîn. Her wiha xwestin rêveberiyeke nû were avakirin ku nûnertiya pîşesazan bike û rewşa bajêr fêm bike.

Karsaz ditirsin ku ji herêmê werin derxistin û li şûna wan pîşesazên ji bakurê Sûriyeyê û Idlibê werin bicihkirin. Karsazan got "rêveberê nû yê Herêma Pîşesaziyê li vê tiştê dixebite, tevî ku ew bi tiştekî der barê rewşa Herêma Pîşesaziyê de nizane.”

Karsazan bang li rayedarên têkildar kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku sektora pîşesaziyê biparêzin û destnîşan kir ku berdewamiya rewşa heyî siberoja hilberîna xwecih dixe xetereyê û derfeta geşkirina aborî têk dibe.

Li Sûriyeyê 4 herêmên pîşesaziyê yên sereke hene: Herêma Pîşesaziyê ya Adrayê, Herêma Pîşesaziyê ya Şêx Necar a Helebê, Herêma Pîşesaziyê ya Hasiyeyê ya Humsê û Herêma Pîşesaziyê ya Dêrazorê.

(k)

ANHA