`QSD’ê hêzeke netewî ye nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike`

Şêniyên bajarên Dêrik û Çil Axayê teqez kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk hêzeke netewî ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de kom dike, ew mertaleke ku hemû gelên deverê diparêze, her wiha piştgiriya xwe ji bo QSD’ê nû kirin, heya ku Sûriyeya demokratîk û ne navendî ava bikin ku maf û azadiya ker kesî misogir bike.

`QSD’ê hêzeke netewî ye nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike`
5 cotmeh, 2025   03:40
QAMIŞLO
BESINA ŞEMO

Şêniyên bajarên Dêrik û Çil Axa yên kantona Cizîrê baweriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) teqez kirin, ji ber ku hêzeke netewî ye û ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê.

Şêniyê ji bajarê Dêrikê yê bi navê Ehmed El Îsa diyar kir ku QSD’ê mertaleke parastina deverê  ye û dê wiha bimîne jî. El Îsa ev li gotinên xwe zêde kir: “Ew hêzeke neteweyî ye ku sazûmaniya wê ya leşkerî hemû pêkhate û aliyên sûriyeyî dihewîne. Ew nûnertiya pêkhateyekê bi tenê nake, lê armancên wê diyar in ku avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî û mafên hemû pêkhateyan dabîn dike.”

El Îsa anî ziman ku baweriya wan bi hêza wan mezin e û got: “Ji ber ew hêza yekem e ku di salên aloziya Sûriyeyê de li hember rêxistina herî hovane li ser rûyê erdgê tê koşiya û di oxira azadiyê û demokrasiyê de bi hezaran şehîd feda kirin. Lewma em bi hêza QSD`ê bawer in ku tevahî erdnîgariya Sûriyeyê biparêze.”

Îsa di dawiyê de  careke din piştgiriya xwe bi QSD`ê re li hember tevahî gefên li dijî herêmê, teqez kir.

Şêniyê bi navê Xelîl Gulê yl ji Çil Axa destnîşan kir ku QSD’ê nûnertiya vîna hemû sûriyeyan dike û ew hêza yekane ye ku ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê tê dikoşe.

Gulê diyar kir ku QSD`ê di aloziyê de yekitiya ax û gelê Sûriyeyê parast.

Gulê wiha pê de çû: “QSD`ê li hember êriş û planên li dijî aştiya navxweyî tê koşiya. Bi jiyana hevbeş di nava welatekî de bawer e. Em ê heta dawiyê li kêleka hêzên xwe bin. Israra me ya bidestxistina Sûriyeya demokratîk a nenavendî, her ku diçe zêdetir dibe.”

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Xewla Mûsa diyar kir ku (QSD) hêzeke netewî ye ku nûnera hemû pêkhate û beşên Sûriyeyê ye got: “Ev yek di sazûmaniya wê de jî diyar dibe ku hemû pêkhateyan dihewîne."

Her wiha Xewla anî ziman ku li dijî herêmê û hêzên leşkerî bi armanca têkbirina aramî û yekîtîya pêkhateyên Sûriyeyê plan têne danîn, lê ew piştrast in ku çawa yên berê têk birin dê niha jî têk bibin.

Xewla destnîşan kir ku Sûriye welatê hemû pêkhateyan û QSD`ê hêza ku vê yekitiyê temsîl dike, lewma li ser asta leşkerî û çapemeniyê, rûbirûyî êrişan e.

Xewla Mûsa di dawiyê de wiha anî ziman: "Em dizanin ku bi saya QSD`ê komkujî li herêmê çênebûn mîna li herêmên din ên Sûriyeyê çêbûne. Em ê li kêleta QSD`ê bin û li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, li kêleka wê li ber xwe bidin ta ku azadiyê û rûmetê bi dest bixin.”

(ac/şx)

ANHA