Li gundewarê Şamê pevçûn derketin

Li bajarokê Dêr Meqrin ê herêma Wadî Bereda ya gundewarê Şamê leşkerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewl da bi ser şahiyeke dawetê de bigirin da ku kesekî binçav bikin. Di encamê de di navbera şêniyan û hêzan de pevçûn derketin.

Li gundewarê Şamê pevçûn derketin
4 cotmeh, 2025   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Dêr Meqrin ê herêma Wadî Bereda ya gundewarê Şamê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo ku kesekî binçav bikin, bi ser şahiyeke dawetê de girt.

Lê di encama wê de di navbera şêniyan û hêzan de pevçûn derketin û tê de 7 kes ji herdu aliyan birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku hêzan sewqiyatên leşkerî anîn bajarok. Li hemberî wê metirsiya pêkanîna sûc û binpêkirinan zêde bû.

(mh)