Karmendên Saziya Avê ya Reqayê di grevê de ne

Karmendên Saziya Avê ya Reqayê ji ber wernegirtina mûçeyên xwe ketine grevê.

Karmendên Saziya Avê ya Reqayê di grevê de ne
5 gulan, 2026   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Karmendên Saziya Avê ya Reqayê ku di dema Rêveberiya Xweser de li ser karê xwe bûn, ketine grevê.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ragihandine, karmendên saziyê ji ber girêbestên wan nehatine tayînkirin û ev 5 meh e mûçeyên xwe wernegirtine, ketine grevê.

Ji ber grevê, stasyonên sereke yên Esediye û Kedîran sekinîne.

Karmend daxwaz dikin ku hikumeta demkî rewşa wan a kar çareser bike û mûçeyên wan bide wan. Karmendan got eger daxwazên wan bi cih neyên dê grevê bidomînin.

(bb)

ANHA