Karayilan: Şerê me hebûn û azadiya gelekî ye

Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatiye wê kapasîteyê ku li dijî hêzên dagirker û qirker şer pêş bixînin û got: “şerê me hebûn û azadiya gelekî ye.”

Karayilan: Şerê me hebûn û azadiya gelekî ye
25 mijdar 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Biryargeha Navendaî ya NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şerê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şerê hebûn û afirandina pêşerojekê ye û wiha got: “Têkoşîna ku Tirkiyeyê jî demokratîk bike, ev e. Têkoşîna ku li herêmê deriyê pêvajoyeke nû veke, ev e. Ji ber ku ev têkoşîn têkoşînek a li ser esasê perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk e.”

Beşa sêyem û dawî ya hevpeyvîna bi vî rengî ye:

We rewşa gerîla ya di serdema Komploya Navneteweyî de vegot. Ji ber van geşedanên ku we behs kir, di gerîla de nûkirinên çawa hatin kirin?

Dema ku Rêber Apo ji aliyê Komploya Navdewletî ve hate dîlgirtin û li Îmraliyê pêvajoya lêhûrbûna kûr pêşxist, di gerîla de pêvajoyeke guhertinê destpê kir. Bi taybetî jî piştî şerê Qendîlê ku hem armancên hêzên dijmin û hem jî rewşa hêza me derket holê, hêza gerîla ya ku xwe nû bike derket pêş.Li ser vê bingehê Yekemîn Konferansa HPG'ê ya di sala 2001'an de pêk hat û di demek kurt de bi hatina  Parêznameya AÎHM'ê ya Rêber Apo re di nava gerîla de biyarbûneke xurt çêbû û di heman demê de rê li ber avabûneke xurt a îdeolojîk vekir.

HPG'ê di navbera salên 2001 û 2013'an de biyara sê projeyên ji nû ve avakirinê wergirt û di çarçoveya van projeyan de hewl da xwe nû bike. Lê ev jinûveavakirin bi awayê restorasyonên ku dê hewcedariyên rojê bi cih bînin re bû bersiv. Nabe ku were gotin ku ji nû ve avakirinek heye ku guherînek radîkal çêbike. Serweriya li ser çekan, astek pisporî, sabotaj, sûîqest û hwd. her çendî tiştên wekî taktîkên serdest pêşketin jî guhertineke radîkal çênekir. Bêguman ev tiştên pêşketî di pratîkê de asteke diyar kirî re bû bersiv. Di rastiyê de, di sala 2012’an de artêşa Tirk li hemberî gerîla xetimî. Bi awayekî teorîk têk çû. Ji ber ku êdî nikare bikeve gelek qadan. Mînak li Oramarê di asta alayê de hêzeke leşkerî ya mezin hebû, lê Wezîrê Karên Hundir nekarî bi helîkopterê jî here wir, bi zorê xilas bû. Ji ber ku di bin dorpêçê de bû. Yanî dewleta Tirk bi rehetî nekarî biçe û were. Êdî ketina gelek cihên din ne pêkan bû, bi kurtasî li Bakurê Kurdistanê herêmên di bin kontrola gerîlayan de, mîna herêmên rizgarkirî, hatin avakirin. Dibe ku ev yek bi fermî nehatibe ragihandin, lê herêmên wiha hatine çêkirin. Ev rastî jî encama bêhêvîtî, astengî û têkçûna artêşê ye.

Tam di serdemeke wiha de hikûmeta AKP’ê bersiva erênî da nameya Rêber Apo ya bi niyeta baş nivîsandibû. Ji ber vê yekê Rêber Apo di nameyê de digot; 'Binerin, hûn dixetimin. Hûn nikarin îmhayê pêk bînin, çareseriya demokratîk di berjewendiya her kesî de ye" pêvajoya agirbestê destpê kir. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ev pêvajo weke destxistina demê û xebatên amadekariyê nirxandin. Tişta ku jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê, rastî projeya şerê taybet hat. Li aliyekê li Îmraliyê diyalogên ku heyetên HDP'ê tê de beşdar bûn, li aliyê din jî pêvajoya amadekariyê ya weke avakirina artêşê dest pê kir. Biryar dabûn ku leşkerên pispor-bi pere ava bikin, lê nekarîbûn birêxistin bikin. Ji ber şer tevlîbûna van hêzan kêm bû. Di vê pêvajoyê de lez dan rêxistinkirina wê û bi vî awayî rêxistina van hêzên nû yên kirêt temam kirin. Li aliyê din lez dan avakirina qereqol û qereqolên li dijî şer. Çûn cihên ku berê nedikarîn herin û van kelehan ava kirin. Dîsa hewl dan ku kontrol û îstîxbarata xwe xurt bikin. Di vê pêvajoyê de hinek nermbûn çêbû û bi tevgera rehet a ku ji ber wê nermbûnê pêş ket, gelek tiştên veşartî derketin holê; her wiha envantera îstîxbaratê jî dikirin.

Ya herî girîng jî di şerê ku li Kobanê pêş ket de aligiriya AKP’ê bû. MÎT’ê ji bo tepisandina Şoreşa Rojava ji DAÎŞ’ê bigire heta El Nûsra bi komên cuda yên Sûriyeyê re ket nava tevgerê û şandin ser hêzên Şoreşa Rojava. Ev pêla êrîşan di nîveka sala 2013’an de bi êrîşa Serêkaniyê dest pê kir. Di encama şerê 6 mehan de hemû li hemberî hêzên YPG-YPJ’ê têk çûn. Piştre DAÎŞ’ê xistin dewrê. Paşê vekişiyan û li şûna wan DAÎŞ bi cih kirin, dema ku diyar bû DAÎŞ wê di êrîşa li hemberî Kobanê de têk biçe, wê demê ji bo gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê Plana Hilweşînê amadekirin. Piştre derket holê ku ev Plana Hilweşînê ji aliyê serokê heyeta ku diyalogên Îmraliyê dimeşîne hatiye nivîsandin. Bi gotineke din, ew pêvajoya diyalogê ku hewleke bi temamî durû bû û ji bo rawestan û xapandina gelê Kurd bû. Di rastiyê de, niha diyalog bi dawî bûne û heyet gihiştine rêkeftinekê; Daxuyaniya fermî ya vê yekê di 28’ê Sibata 2015’an de li Qesra Dolmabahçeyê hat dayîn. Her çend Tayyîp Erdogan bi qasî ku mudaxeleyî rûniştina heyetên ku ev daxuyanî dabûn jî, bi gotina "Haya min ji peymaneke bi vî rengî nîn e" maseya 24'ê Tîrmeha 2015'an xerakir. Li dijî tevgera me bi awayekî fermî şerê îmhayê yê topyekûn ragihand.

Di du salên destpêkê yên vî şerî de hevsengiyek di navbera hêzan de hebû. Ji ber vê yekê Cizîr û hwd. Tevî qetlîamên ku di berxwedana bajaran de li hin cihan hatin kirin jî di navbera partiyan de hevsengiyek hebû. Lê NATO’yê nexwest artêşa Tirk ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve têk biçe. Wî ev yek ji destpêkê ve weke polîtîkayekê domand. Gladîoya NATO'yê ji ber ku dît ku artêşa Tirk dîsa zehmetiyê dikişîne, bi rengekî ji dewleta Tirk re firsenda komkirina balafirên bêmirov afirand; helîkopterên êrîşê yên ku dîsa bi motorên DYE'yê hatibûn çêkirin, bi vê yekê xwest ku bi dayîna du wesayîtên bingehîn ên şer ên bibandor ên li hemberî gerîlayên bi bandor û bi afirîneriya van derfetan, hevsengiya li ser berjewendiya artêşa Tirk têk bibe. Li ser vê bingehê di sala 2017’an de berxwedan û şehadetên pir mezin pêk hatin. Destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Lê di vê navberê de bi zelalî hate dîtin ku ji nû ve avakirin û guhertina ku gerîla heta wê rojê pêşxistibû têrê nake.Li ser vê bingehê projeya ji nû ve avakirinê ya radîkaltir û balkişandina li ser doktrîneke şer a nû pêş ket.

Pêvajoya pêşketina doktrîna şerê nû, bi xwe re çi guhertin çêkir? Di sîstema gerîla de çi guhertin çêbûne? Karaktera serdemê ku ev guhertin pêwîstî pê kir çi bû?

Ji bo tevgereke şoreşgerî, rast xwendina serdemê xeleka herî girîng e. Di vî warî de avantaja me hebû. Ji ber ku Rêber Apo serdem bi awayekî herî berfireh şîrove kir, analîz kir û bi paradîgmaya xwe ya nû ya ku bi awayekî pir berfireh pêşxistî pêşkêşî me kir. Ev çarçoveyek bû ku riya me mîna projektorek ronî dikir. Li ser vê bingehê, fermandariya gerîla jî hewl da ku bandora şoreşa zanistî-teknîkê ya li ser jiyana aborî, civakî û çandî ya civakê, her wiha bandora li ser taktîk û stratejiya şer binirxîne û xwest, guherîn û bandora vê yekê jî bi berfirehî fêhm bike. Di vê serdema zanistiya fezayî, telekomunîkasyon, elektroteknîk û zanistiya kompûterê de afirandina mejiyê çêkirî, her wiha pêşketina teknolojiya çekên mîna fuzeyên li hedefa xwe asê dibin, di stratejî û taktîka şer de guhertinên bingehîn bi xwe re anî. Li ser esasê rast analîza van guhertinên bingehîn, Rêber Apo li ser esasê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî çerçoveyek diyar kir, pirsgirêkên taktîk wê çawa bên çareserkirin, çawa bê pratîkkirin; encamên ku teknolojiya şer a ku di destê hêzên hegemonîk-dijmin de derxistiye holê, bi taybetî jî ji bo tegerek mîna gerîla divê çawa bigire dest kûrbûnek çêbûye. Bi kurtasî li ser mijarên 'li hemberî vê sîstemeke parastinê çawa dikare bê pêşxistin û serkeftin bi dest bixin' nîqaşên cidî û lêhurbûn çêbûne. Li ser vê bingehê encama êdî guhertineke esasî di nava gerîlayên azadiya Kurdistanê de teqeze derket holê. Tesbîtek wiha hate kirin, “Ev guhertineke ku ne tenê li Kurdistanê, divê di serdema me de di hemû hêzên gerîla û heta hemû hêzên leşkerî de pêk were. Her hêza ku serdemê rast dixwîne divê vê guherînê bibîne û li gorî wê artêşa xwe nû bike; Wekî din,ew nikare di şer de serkeftî be.”

Di vê çerçoveyê de ji nû ve avakirin ne bi şêwaza reformê, bi rengê ji nû ve avakirin hate destgirtin. Em gihiştin wê encamê ku “Weke gerîlayê Kurdistanê bêguman divê em bi temamî ji tecrûbeya şoreşên Çîn, Vîetnam û hwd sûdê werbigirin û bêguman tecrûbeya me ya taybet (ku heta wê demê zêdeyî 30 salan tecrûbe bû), lê divê em dest ji van şêweyên klasîk ên ku em jê re dibêjin gerîlayên klasîk, berdin." Hat gotin “Serdema gerîlatiya klasîk derbas bûye” û li dijî gerîlatiya klasîk, tevger û şêwazên cuda yên ji ber wê derketine têkoşîneke cidî hat destpêkirin. Hînbûnên gerîlayên klasîk bi hêsanî nayên derbaskirin. Ji bo gerîla dev ji hînbûna ku bi dest xistine berde, bi serê xwe pirsgirêkek e. Ji bo vê têkoşînek pir dijwar hebû. Heta wê demê ev tesbît hat kirin: “Dijminê me yê herî mezin hînbûnên me bi xwe ne. Heke em dev ji hînbûnên xwe bernedin, ev ê bibe sedema sereke ya windabûnê." Bi kurtasî, di şêwazê tevger de, di xîtabê de, hişmendiya bi cih bûnê, di şêwaza çalakiyê de û pergala gerîla de guhertin, gotin di cih de be pêvajoya guhertineke şoreşgerî hate destpêkirin.

Weke mînak divê em qaîdeyên tevger û veşariyê ku Mao Zedong weke du stûnên sereke yên şêwaza tevgera gerîla bi nav dike, biguherînin. Êdî serdema gerîlayê bi tevger derbas bûye. Di serdema nû de pêwîst e mirov bêje gerîlaya nîv-tevger. Divê ji niha û pê ve yek ji wan her du stûnan veşarî û ya din jî disiplîna cewherî be. Divê gerîla li ser eksana disiplîna cewherî, veşariya kûr û kamûflaja zirav xwe ji nû ve ava bike. Dîsa gelek rêgezên bingehîn ên wek pîvana gerîla ya navdar 'kombûn-belavbûn' hatin guhertin. Ji ber ku ev hemû êdî hatine derbaskirin û kevn bûne. Di pêvajoyek wiha de di berê de asê mayîn wê tasfiyeyê bi xwe re bîne. Êdî pêwîstî bi kombûna gerîla nemaye. Erê, gerîla dikare û divê ji bo operasyon û tevgerên mezin bi koordîne tevbigere, lê ne hewce ye ku werin cem hev. Bi kurtasî, di gelek qaîdeyên bingehîn ên wek van de guhertinên esasî hatine kirin.

Dîsa pêkhateya me ya gerîla li gorî pergala tabûr-beş-taxim-tîmê bû. Ev pergal jî êdî rabû. Pergaleke ku tabur- beş û taxim ji holê radike û li cihê wê hemû hêza xwe wek herêm-yekîne-tîm bi rêxistin dike hat pêşxistin. Bê guman, van tiştan anîn ziman hêsan e. Lê bi pratîkkirina wê gelek zehmet e. Yanî di avahiyeke gerîla ku bi salane her tim wek taxim û beş xwe bi rêxistin kiriye, hînê şêwayek û çandek wiha bûye, rûniştandina şêwa, çand û hişmendiya tîmê hêsan nebûye. Di encama têkoşîneke navxweyî ya taybet de encax ev hişmendî gihaye astek wiha. Bê guman ji ber tavilê dest bi guhertin û nûbûnê nehat kirin, windahiyên me yên ku me nedixwest çêbûn. Gerîla ji nû ve avakirinê bi hêsanî pêk neanî. Di encama berdêlên giran de û di nav xwînê de lêhûrbûn çêkir û encax karî di vê astê de guhertinê pêk bîne. Em hemû wan lehengan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ger îro me hin encam bi dest xistibe, bi tevahî li ser encamên berxwedana wan a mezin bûye. Di vî warî de guherîna li Kurdistanê bi baweriya ku bîranîna şehîdên me yên qehreman zindî bihêle û berhevbûna nirxên ku wan afirandiye bigihîne serkeftinê pêk hat. Ger ev bawerî û dilsozî nebûya, heta dawî ne mimkûn bû ku di vê astê de guhertinan bidomînin.

Her wiha serdema gerîla ya ku tenê li ser çeka ferdî ya ku bi kar tîne hakîmbûn jî hat derbaskirin. Pêşxistina teknolojiyê di serdema me de girîngiya kalîteya mirovî zêdetir kiriye. Rêber Apo beriya niha gotibû 'teknîka herî mezin mirov bi xwe ye'. Di roja me ya îro de carek din hat fêhmkirin ku ev tespît çiqas rast e. Ji ber vê yekê divê em teknîka mirovatiyê hîn zêdetir pêş bixin û kûr bikin. Ji bo vê yekê, pêdivî ye ku girîngî bidin du şêwazên perwerdehiya bingehîn:

Ya yekem perwerdehiya îdeolojîk e. Li ser esasê xeta îdeolojîk-felsefe ya Rêber Apo bi biryarbûyîn; Bi partîbûyîna ku li ser eksena hevrêtiya Apoyî û li ser bingeha xeta azadiya jinê bi pêş dikeve, divê xeta hevrêtiyê bibe çavkaniya bingehîn a hêzê. Di nava rêxistiniyeke leşkerî ya jin û mêran de ya mîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku li ser bingeha Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê xwe ji nû ve ava kir, sînerjiya hevrêtiya xurt a xwe dispêre xeta azadiya jinê salên dawî di şerê tunelan û şerê tîman de bi şênberî hate dîtin.

Ji bilî vê ya duyemîn jî pêwîst bûye ku ji bo pêşxistina zêdetir a pisporiyê perwerdehî bê dayîn. Pisporî di her teknîk û taktîka şer de pêwîstiyek e. Divê her gerîlayek xwedî biryardariya îdeolojîk, ruhê fedaî yê Apoyî be û weke leşkerekî pispor karibe rola xwe bilîze. Tevgereke bi vî rengî wê cewhera îdeolojî-siyasî-leşkerî derxe holê û ev yek wê bibe sedema pêkhatina performanseke pir xurt di pratîkê de.

Bi kurtasî, ji nû ve avakirina ku me li Kurdistanê pêş xistiye, ji nû ve avakirina gerîla ye. Ev avahiyeke ku armanc dike ku gerîlatiya klasîk bi temamî derbas bike. Şêwaza tevgerê ya klasîk, şêwaza şer a klasîk, şêwaza çalakiya klasîk êdî derbas bûye. Rêxistinbûnên wekî taxim û beş jî hatin derbaskirin. Tevgera bi şêwaza berê ya gerîlayê klasîk jî hat derbaskirin. Dîsa weke berê divê şêwazê xebata gerîla ya ku Rêber Apo jê re dibêje rêbaza tevgera asî-nerêxistinî ku wekî gund bi gund û herêm bi herêm gerîn were derbaskirin. Ne hewce ye ku gerîla weke berê gund bi gun, mal bi mal bigere. Gerîla bi rê û rêbazên cuda xwe digihîne gel. Ev yek bi rêya peyamek nivîsandî, bi rêya dîmen, bi rêya qasid an jî şêwayek din dibe. Bi kurtî divê têkiliya gund-gerîla ya kevn bi dawî bibe. Tenê pêşxistina gerîlayekî profesyoneltir, birêxistintir, bi zanebûn û veşartî dikare encamê bide.

Li ser bingeha van tespîtan pêvajoya ji nû ve avakirinê kûrtir bûye û gerîlayê îro li ser vê perwerdehiya bîrdozî-felsefeyê û perwerdehiya branş û her wiha bi perwerdehiya bi armanca pêşxistina pisporiya teknîkî bûye xwedî performanseke diyarker.

Di van pêvajoyên ji nû ve avakirinê de pêşketinên ku gerîla di warê zanist û teknolojiyê de jiyaye û bandora van pêşketinan li ser xalên şer, taktîk û şêwaza tevgera gerîla çi dikare were gotin?

Ger em mijara teknîkê reva bikin dê kêrhatî be. Wê zerar nebe ku hin tiştên ku dijmin dizane, gelê me û raya giştî jî bizane; Me di sala 2001’an de bi veşarî di yekîneyeke taybet a gerîla de beşa zanistî-teknîkî ava kir. Ev beş 22 sal in bi xebatên zanistî û teknolojîk re mijûl dibe. Di encama van xebatên zanistî û teknîkî de gelek berhemên teknîkî hatin çêkirin. Pêşketina xebatên teknîkî heye ku dikare çend hilberînên ku di şer de xwe îsbat kiriye çêbike, weke çekên Zagros, Hawar, Reşit, Şervan, Kamil. Dîsa, bê guman, bi qada hewayî re jî mijûl dibe. Bi kurtasî, karê vê beşê ku di beşên wekî fîzîk, kîmya, matematîk û elektroteknîkê de hin pêşdeçûn û lêhûrbûn armanc dike, îro gihîştiye asteke girîng. Ev xebatên ku di encama ked û hewldanek diyarkirî de pêş ketine, heta niha xizmeta gerîla kiriye; Ji niha û pê ve jî wê bike. Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed rêxistinek e ku di encama xebatên vê beşê de hatiye avakirin. Vê beşê heta niha di astekî de alîkarî dane şer. Di gelek qadan de pêşiya dijmin girt û fealiyetên wan vala derxistine. Bê guman ew ê di qonaxên paşerojê de bêtir tevkariyê bike. Bi kurtasî ev xebat xebateke ku di çarçoveya ji nû ve avakirinê de ketiye rojeva me û roj bi roj zêdetir pêş dikeve, her çendî dewleta Tirk yekser ji vê pêşketinê bandor bibe jî, lê bi israr hewl dide ji raya giştî vê rastiyê veşêre.

Bê şik bi pêşketina van xebatan re di warê taktîkan de jî berfirehbûn çêbûye. Taktîk ji bo me mijarek girîng e. Mijareke ku ji destpêka tevgera me ve her tim di rojeva me de ye. Wek tê zanîn di dîroka Kurdistanê de di warê stratejî û taktîkan de valahiyeke cidî çêbûye. Ji bilî Selahaddîn Eyûbî Kurdî ku weke fermandarekî serketî yê serdema Med û Îslamê de derketî holê, di dîroka gelê Kurdistanê de rewşeke şer a stratejî zêde pêş neketiye. Derketina dîrokî ya Rêber Apo di stratejiyê de valahiya dîrokî tije kir, lê vê carê pirsgirêkên taktîkî hatin rojeva me. Bi gotineke din, pirsgirêka pêşxistina taktîk û taktîkên ku stratejiyê temam bikin, jiyanî bikin û pêdiviyên wê pêk bînin her tim di rojeva me de bû. Berê ev yek di rojeva me de bû, îro jî di rojeva me de ye û ji bo me mijareke pir girîng e.

Gerîla li ser esasê berhevbûna pêşketina stratejiyê, perspektîfa qadên taktîkî yên Rêber Apo û tecrubeyên ku bi têkoşîna şehîdên me yên leheng hatiye afirandin, di vê serdemê de lêhûrbûna taktîkî heta radeyekê xurt kiriye û pêş dixe. Ger îro hêzên serdest erd xistine bin kontrol xwe û hedefên di koordînasyonên diyarkirî de bên xistin, wê demê pêdivî ye ku em rêgezek çalakiyê li ser bingeha nepenîtiya pir kûr pêş bixin, ku hemî îstîxbarata dijmin felc bike û teknîkên wê têk bibe. Ev yek e.

Yanî divê gerîla bigihêje şêwazeke nû ya tevgerê. Çalakî û şêwazeke şer a ku cih nede xeletiyan û bi tevahî li ser têkbirina îstîxbarata dijmin bisekine, ji bo gerîla pêwîstiyek e. Rêbaza ku di encama vê de pêş dikeve ew e ku gerîla xwe bi kalîte mezin dike, pêkhatina bîrdozî-leşkerî ya hemû hêzên xwe xurt dike û vediguherîne leşkerekî profesyonel, lê di encamê de hejmara xwe, ango mîqdara xwe kêm dike. Gerîla divê xwe bigihîne performanseke ku karibe bi kalîteyeke mezin û hêzeke biçûk derbeke mezin li dijmin bide. Bi vê şêwazê gerîla dema pêwîst bike bi yekîneyên biçûk li qadan xwe winda bike û dema pêwîst bike jî ji nişkave derkeve û derbeyê li hêzên dagirker bide. Loma jî em gelek qala disiplîna cewherî û veşariya kûr dikin.

Lê belê pêşketina şêwaza tîmê, asta mezinahiya şer biçûk nake. Ji ber ku em di heman demê de pêkanîna şêwazê şerê tîmê koordîne esas digirin. Ji ber vê yekê, wek ku min behs kir, komkirina hêzan û anîna ba hev wê nebe, lê em behsa şêwaza şerek ku ger hewce kir 10 tîm ango 20 tîm an jî hêj zêdetir li ser hedefek bê girêdan dikin. Bi gotinek din, ew şêwazek şerê tîmê ye, lê bi şêwazek şerê tîmê ya koordînekirî hûn dikarin ji 2 tîman heta 50 tîman potensyelê mezin bikin. Li ser vê bingehê hûn dikarin bi vî şêwazê tevgerên mezin jî pêş bixin. Îro artêşên ku vê rastiyê rast fêm nakin şer winda dikin. Ez tenê vê yekê ji bo artêşa gerîla nabêjim. Ev ji bo artêşên dewleta normal jî derbasdar e. Fermandarên artêşê yên ku pêvajoyê rast dixwînin, divê hêzên xwe mîna berê bi pergala tabur û beş ne, bi bi pergala tîmê rêxistin bikin.

Çima?

Ji ber ku ji bo di şer de serkeftin bê bidest xistin, êdî pêwîst e ku bi yekîneyên biçûk şer bikin. Em bêjin îro di şerê Ûkraynayê de aliyek hêza xwe ya tabûrê dixe avahiyekê, aliyê dijber dikare wê tespît bike û bi fûzeyan lêxe, di carekê de 100-200 kes tine bike. Ji bo rê li ber windahiyên wisa bên girtin, divê êdî artêş jî xwe weke yekîneyên biçûk bi rêxistin bikin. Şerê tîman şêwazekî şerê gerîla ye, lê şert û merc îro hemû artêşê mecbûrî vê yekê dike. Li vir şêwazê şerê tîmê ya gerîla sîstemeke tevger û rêxistinbûnê ye ku teknîka dijmin ne bi tevahî lê di asteke girîng de bi taybetî teknîka hewayî û bejahî têk dibe.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê di vê qadê de pêşketina xwe ya taktîkî pêk anî. Bi gotineke din, armanc ew e ku artêşeke gerîla ya ku zêdetir bi hêz e, îdeolojîk e, xwedî performansa leşkerî ye, xwedî kalîte, jêhatîbûn, nerm û xwedî her cure îmkanên manevrayê pêk tê, bi dest bixin. Divê pergala rêxistinbûna gerîla ya ku îro serkeftinê bi xwe re bîne û bikaribe şêwazê rast ê şer bimeşîne ev be.

Baş e, mirov dikare bibêje ku şêwazê şerê binerd ku di van salên dawî de derketiye pêş, bi heman perspektîfê jî pêş ketiye?

Em dikarin diyar bikin ku ji ber valahiya ku me berê di vî warî de jiyabû, di pêkanîna vê taktîka şerê binerd de bi awayekî serkeftî, em dereng man. Ev mijara rexnedayînê ye û ger pêwîst bike dikare dirêjtir jî were ravekirin, lê herî dawî di sala 2021’an de di êrîşa dewleta faşîst-qirker a Tirk a li ser Garê şerê tunelê bi pêşengiya hevrê Şoreş Beytûşşebap li tunela Siyanê bi pêş ket dijmin şikand û bi ser ket. Ev yek rê li ber taktîkên şer ên binerd vekir û piştî vê jî li hemberî êrîşên ku li Avaşîn, Zap û Mêtînayê pêş ketin, çarçoveyeke taktîkî ya bi rengê tunel û şerê tîmê hate avakirin. Ji ber vê yekê ev taktîk gihîştiye çarçoveya xwe ya bingehîn.

Xeleka sereke ya doktrîna me ya şer, yekkirina şerê binerd û şerê gerîla ye. Em şerê binerd weke hin kes dinirxînin ‘gerîla bi neçarî dikevin tunelê û li ber xwe didin’ nagirin dest û nanirxînin. Gerîla ji bo ku bi ser bikeve dikeve wan tunelan. Her tunelek berxwedanê ne tenê parastinek e, di heman demê de çepera şer a êrîşê ye. Her tuneleke berxwedanê mîna biryargehekê ye ku lê taktîkên cuda tê plankirin û li ser vê esasê li dijî hêzên dijmin yên derdor çalakî tê pêk anîn. Em behsa çarçoveyeke taktîkî ya du lingan dikin ku tê de şerekî wiha di hundirê tunelê de tê pêşxistin, li dora tunelan tîmên eraziyê, ango tîmên koordînekirî yên nîv-tevger ku ji pişt, pêş, kêlek û aliyan ve êrîşê dijimin dikin heye. Çawa ku mirov li ser du lingan dimeşe, yek ji lingên vê doktrîna taktîkî berxwedana tunelê ye û ya din jî şêwaza şerê tîmê ye. Ev her du aliyên taktîkî ya ku hev temam dikin û xurt dikin û ber bi serkeftinê ve dibin, asta pêkanîna wê ye. Ev doktrîna şer a bingehîn e ku berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê li dijî hewldanên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina herêmên Zap, Avaşîn û Metîna ev sê sal in tê meşandin.

Di çarçoveya armanc û nêzîkatiya taktîkî ya vê doktrîna şer de hûnê çi bibêjin?

Armanca vê doktrîna şer ew e ku di demeke dirêj de hêzên dagirker têk bibin. Ji bo ku yên bi cih bûne ji hev bixin, bi cihbûna wan asteng bikin ango dereng bixin. Ji ber ku cihê her tunêlekê cuda ye. Mînak di hinekan de heta dawiyê, li hinekan jî ji bo demeke diyarkirî berxwedan tê kirin. Divê rewşa her mewziyê bi nêzîkatiyeke taktîkî ya cuda bigirin dest. Bi gotineke din, mirov dikare şêwaza şer a ku her cure êrîşên teknîkî yên bingehîn têk dibe an jî bi rengekî hevseng dike pêk bîne.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê niha xwedî wê kapasîteyê ye ku hem li ser erdê û hem jî li binê erdê û li gorî îmkanên xwe di hewayê de dikare li dijî hêzên qirker ên dagirker şer pêş bixe. Dibe ku em dikarin bibêjin ku aliyê şerê sîber hîn jî qels maye, lê ev jî karek e ku dikare were pêşve xistin. Di serdema nû de em dixwazin hem qada hewayî û hem jî şêwazê şerê sîber pêş bixin û gerîla ji pozîsyona ku tenê xwe dispêre çiyayan û şerê li çiyayan dike derxînin. Şerê me ne tenê şerê gerîla ye, şerê gel ê hebûn û azadiyê ye. Bi gotineke din, berxwedanek e ku hewl dide pirsgirêkek bi temamî civakî çareser bike.

Desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon li pey hewldanek vala ketiye. Xwestin stratejiyeke îflaskirî ji nû ve zindî bikin. Vê yekê jî li ser esasê balafirên bêmirov û îhayan xwestin bikin. Armanca wan ew e ku mîna plana Şark îslahat, gelê Kurd qir bike. Qirkirin dibe ku ne bi şeklê kuştina fizîkî be. Bi şêweyê qirkirina spî jî mimkûn e ku mirovek bê tunekirin.

Eger ev pirsgirêk pirsgirêkeke civakî ye, wê demê çima serî li rêbaza çareseriyê ya bi tundiyê tê dayin?

Binihêrin; gelê me her roj li qadan ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li qadan e. Li qada navneteweyî dost, sendîka, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, saziyên mafên mirovan, li zêdeyî sed deverî ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd kampanya ragihandin. Gelê me jî her roj li qadan vê yekê tîne ziman. Lê bala xwe bidinê; ne xema dewleta Tirk e. Yanî qet dengê xwe nake. Çima? Ji ber ku naxwaze bi Kurdan re li hev bike. Ew dixwazin Kurdan binax bikin. Naxwazin tiştekî bi navê Kurdan qebûl bikin. Ji aliyê taktîkî ve dibe ku bibêjin 'birayên me yên Kurd' lê bi esasî weke îradeyekê nas nakin, dixwazin bihelînin, yên ku serê xwe hildin serê wan jê bikin û bi vî rengî vê civakê tune bikin. Ji ber ku dest ji vê nêta xwe bernedane, xwe nadin ber çareseriyê. Naxwe ew jî baş zanin ku Rêber Apo ji wan re got 'Derfetê bidin min, ez ê vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim'.

Çima tecrîd û îzolasyoneke giran li ser Rêber Apo ferz dikin ku li cîhanê mînaka wê nîne? Çima guh nadin bangên wî? Ji ber ku dixwazin vê civakê, vî gelî qir bikin. Ji ber ku dest ji siyaseta qirkirinê bernedane, bersivê nadin bangên aştiyê. Naxwe Rêber Apo xwedî formuleke çareseriyê ya li gorî hesasiyetên Tirkiyeyê û li nava sînorên Tirkiyeyê ye. Eger Tirkiye hebûna gelê Kurd qebûl bike, vê yekê bipejirîne, wê tavilê biçe Îmraliyê û bi Rêbertî re çareseriya mayinde ya vê pirsgirêkê nîqaş bike. Eger îro vê nake, ji ber wê yekê ye ku dest ji siyaseta qirkirinê, dest ji polîtîkaya tunekirina civakê bernedaye.

Herî dawî tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye?

Em ê bi her awayî şer bikin û li ber xwe bidin, bi vî rengî nîşanî mejiyê paşverû-nijadperest-komkujiyê bidin ku nikarin gelê me tune bikin. Em neçar in vê yekê nîşan bidin. Rêyeke cuda nîne. Ji bo vê jî di serî de jin û ciwan gelê Kurd û dostêng elê me -ku îro şoreşa Kurdistanê êdî ji sînorên Kurdistanê derbas bûye, veguheriye şoreşeke Rojhilata Navîn- aynî gelên herêmê hemû li dijî polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk têkoşînê bilind bikin û bi vî rengî çareseriyê pêk bînin. Şerê me li ser vê bingehê şerekî mafdar e. Şerekî hebûnê û afirandina paşerojê ye. Şerê afirandina paşeroja demokratîk-azad e ku bi gelên herêmê tê kirin. Ya ku Tirkiyeyê demokratîk bike ev têkoşîn e. Têkoşîna ku li herêmê deriyê demeke nû veke jî ev têkoşîn e. Ji ber ku ev têkoşîn xwe dispêre perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk a Rêber Apo.

Lewma Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe gavên taktîkî, kûrahiya taktîkî pêk bînin, bi rêbaza Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li gorî serdemê, hemû êrîşan têk bibin û dawiya dawî jî bi ser bikevin, ji bo serketinê hemû hewldan, fedakarî û hunerê nîşan bidin. Ji bo vê jî tecrûbe, danhevî û perspektîfa pêwîst heye. Beriya her tiştî Rêber Apo û partiya me PKK bi rengekî fermî xwedî danheviyeke ji 45 salan e. Bêguman ev tecrûbe û danhevî bi berdêl û keda şehîdên me yên leheng hate bidestxistin. Em careke din şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, careke din soz didin ku ji bo bîranîna wan têkoşînê bi ser bixînin. Gerîlayên Modernîteya Demokratîk wê hewl bide sala 46'an bike sala serketinê. Li ser vê bingehê di sala têkoşînê ya 46'an de em ji hemû hevrê û gelê xwe yê têkoşer re serketinê dixwazin.