PAJK: Divê em jin hemû bi hev re xwe rêxistin bikin

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşîna hemû jinan e.”

PAJK: Divê em jin hemû bi hev re xwe rêxistin bikin
25 mijdar 2023   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên kurdistanê (PAJK) diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna jinê weke ‘xebata xwe ya destanî’ dinirxîne û ev tişt destnîşan kir: “Ev xebata destanî li ber ronahiya bîrdozî û felsefeya Rêbertî pêş ket. Weke jinan me li ser vî bingehî artêşbûn û partîbûna jinê, hêza xwe ya rêxistinkirî ava kir.”

Daxuyanî wiha ye:

“Jin Jiyan Azadî rastiya berxwedana jinê ya li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilat derketî holê, nîşa hemû kesê kir û ragihand ku ti hêza desthilatdar nikare xwe li ber azadî û berxwedana jinê bigire. Em geşkirina têkoşîna jinan weke wezîfeyekê digrin dest. Bi tevgerên jinan ên cuda re konferans, perwerde, meş, çalakî û merasîmên cur be cur tên pêşxistin. Evane pratîk û rêxistinbûnên rêya şoreşa jinê vedikin ku bi bîrdoziya rizgariya jinê hatiye pêşxistin. Wezîfeya me ya bingehîn ew e ku em vê yekê hîn mezintir bikin û faşîzm û sîstema baviksalar têk bibin. Têkoşîn û berxwedana jinê ya ku di encama şehadetên ku çêdibin û berdêlên mezin ên hatine dayîn de derketine holê, pêvajoyeke girîng e ku wê berxwedana jinê hîn zêdetir pêş bixe. Nuqteya herî girîng ku têkoşîna jinê bigihîne serkeftinê, wê bibe rêxistinbûn, parastina cewherî û piştevaniya jinan.

25’ê Mijdarê li dijî tundî, zext, zilm û destdirêjiyê, roja berxwedanê ye. 25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşînê ya hemû jinan e. Divê em jin hemû bi hev re xwe rêxistin bikin û vê rojê veguherînin têkoşîn û rêxistinbûna li dijî tundiyê.”