Iraq, Xeza û Lubnan rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê cih dan rewşa Iraqê, lihevkirina dîlgirtiyan li Xezayê û rewşa Lubnanê.

Iraq, Xeza û Lubnan rojevên rojnameyên erebî ne
25 mijdar 2023   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di hejmara xwe ya îro de bal kişand ser neyîniyên pergala siyasî ya Iraqê ya li gorî kûtaya etnîkî û tayîfî. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku ev neyînî bi taybet di şert û mercên awarte û rewşên girîng de xwe didin der û bandorê li yekîtiya sist a Ii welatê dikin. Di nûçeyê de parçebûna tayîfî ya têkildarî mijara derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê wekî mînak hat destnîşankirin. 

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku partî û komên Şîe, Sunniyên Iraqê û Kurdan tawanbar dikin ku ew piştgiriyê nadin daxwaza derxistina hêzên Amerîkayê ji welatê û ev yek jî aliyekî tayîfî yê pirsgirêkê nîşan dide. Tê destnîşankirin ku ev rojev piştî destpêkirina şerê li Xezayê û êrişên mîlîsên Şîe yên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê, dîsa derket pêş.

'RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ RÊBAZA XWE LI IRAQÊ DIGUHERÎNE'

Der barê mijulbûna rêveberiya Amerîkayê bi êrişên li dijî baregehên wê yên li Iraqê de rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeyeke xwe de bal kişand ku fermandariya artêşa Amerîkayê rêbazê dan û standina li hember êrişên dijber guherandiye û dev ji pîvanên şer ên kevn berdaye. Li gorî rojnameyê, tê texmînkirin ku hêzên Amerîkayê derbasî pêvajoya bersivdayîna rasterast û lez li hember êrişên komên alîgirên Îranê bibe.

'LIHEVKIRINA DÎLGIRTIYAN JI BO BIDEN BÊHNVEDANEK E'

Tora El Hura jî di raporeke xwe de cih da lihevkirina dîlgirtiyan a li Xezayê. Di rapora El Hura de hat destnîşankirin ku lihevkirina agirbestê ya navbera Hemas û Îsraîlê ku hemwextî Cejna Şukur (Cejna Spasiyê ku li Amerîka û Kanadayê rojeke betlanaya fermî ye), demeke rihetiyê û xilasbûna ji zextên demokrasîxwazan ji serokê Amerîkayê Biden re peyda kiriye. Tê destnîşankirin ku bi rêya agirbestê, di nav de welatiyên Amerîkayê, gelek dîlgirtî tên berdan. Her wiha aliyên demokratîk ên li Amerîkayê piştgiriyê didin rawestandina şer bi temamî.

'ÎHTIMALA RÛDANA ŞEREKÎ HERÊMÎ HÎN LI DAR E'

Rojnameya El Cumhûriye jî behsa rewşa Lubnanê û bandora wê li ser herêmê kir. Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên dîplomatîk yên rojavayî, destnîşan kir ku Amerîka ji bo ku rê li şerê Lubnan û Îsraîlê bigire, zextê li Îsraîlê dike, her wiha Fransa ji bo heman armancê ketine tevgerê û peyamên rasterast didin rayedarên Lubnan û Îsraîlê.

Li gorî heman çavkaniyan, hat gotin ku hê jî metirsî hene li başûrê Lubnanê şer derkeve û xeteriyên rûdana şerekî herêmî jî hîna li dar in.

(şx/c)