Kar û xebatên Desteya Jîngehê yên li herêmê li gel metirsiyên li ser jîngehê

Desteya Jîngehê di nava hewldanan de ye ku rewşa metirsîdar a li ser jîngehê derbas bike. Hemleyên çandiniya daran, projeyên enerjiya anternatîf û bernameyên zanista jîngehê bi pêş dixe. Lê ji ber bandora neyînî ya zêde li ser jîngehê ya ji ber şer, ziwabûn, tevgerên çewt ên hin aliyan, metirsî zêde bûne.

 Kar û xebatên Desteya Jîngehê yên li herêmê li gel metirsiyên li ser jîngehê
 Kar û xebatên Desteya Jîngehê yên li herêmê li gel metirsiyên li ser jîngehê
 Kar û xebatên Desteya Jîngehê yên li herêmê li gel metirsiyên li ser jîngehê
 Kar û xebatên Desteya Jîngehê yên li herêmê li gel metirsiyên li ser jîngehê
30 tîrmeh, 2025   05:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMOg

Ji ber şeran û guhertina avhewayê, her wiha bikaranîna ketober a berhemên xwezayî, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke jîngehê ya metirsîdar çêbûye.

Piştî salên dirêj ên şer û wêraniyê îsal li Sûriyeyê pêleke ziwabûnê ya dijwar heye. Di vê rewşê de metirsî li ser tevahî zindiyan çêbûye. Bandora tevgera mirovan û destwerdana wan di xwezayê de li ser avhewayê gelekî zêde ye. Jiyana wan jî wekî ya hemû zindiyan bi van guhertinan bi bandor dibe.

Rewşa giştî bandora xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kiriye. Şewatên daristanan, zêdebûna qirêja kargehan, şewitandina çopê ya ne birêkûpêk, ziwabûna ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyeyê ve, birîna daran, parzûnên sotemeniyê yên nefermî û çêrandina bêdisîplîn bandoreke mezin li jîngehê kiriye.

Di ser de jî krîza elektrîkê bûye sedema jeneratoran li tevahî taxan ji bo elektrîkê werin danîn. Zêdebûna erebeyên ji derve tên di salên dawî de pir bûye. Ev hemû diyarde bûne sedema qirêj di bayê herêmê de zêde bibe. Ev jî yekser bandorê li tenduristî û jiyana welatiyan dike. Bijîşk der barê vê mijarê de dibêjin nexweşiya pençeşêrê û dil li herêmê zêde bûne.

Tev rewşa behsa mijarê, di nava civakê de diyardeya avêtina çop û qirêjê li hawirdor û di nava xwezayê de zêde bûye. Bi taybet li park, li ber kanî û çeman gelek kes çopê li şûna xwe dihêlin. Ev jî qirêja di avhewayê de zêdetir dike. Her wiha bandora neyînî li sîstema jîngehê dike.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed, der barê mijarê de diyar kir ku desteya wan di demên derbasbûyî de bi armanca parastina jîngehê hin proje çêkirine û ev tişt anî ziman: “Di nava projeyan de li hin gund û bajaran dar hatin çandin. Semîner û werşeyên hişyariyê li dibistan û navendên çandê hatin lidarxistin. Kanalîzasyon û cihên çopê hatin şopandin û bandora wan a li ser çeman. Di heman demê de bernameyên perwerdeyê yên li ser çandiniya mayînde û parastina erdê hatin amadekirin.”

Esed, bi bîr xist desteya wan plan û proje ji bo parastina parêzgehên xwezayên xwezayî amade kirine, her wiha sîstemeke nûjen li ser rêya parastina bajar û bajarokan amade kirine. Ji bo enerjiya anternatîf (roj û hewa) proje têne hazirkirin.

Esed di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku desteya wan di rojên pêş de amadekariyan dike qanûnên tund li ser rêya parastina hawirdorê ragihînin. Di nava qanûnan de destwerdana li dijî cihên hêşîn, cihên avê û diyarkirina cihên çêrandina pez hene. Di heman demê de bi alîkariya civakê dest bi kampanyayên paqijiyê bidin destpêkirin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed di dawiya axaftina xwe de jî ev bang kir: “Parastina hawirdorê berpirsyariya civakî ye, gerek her kes cihê xwe tê de bigirin. Ji her kesî tê xwestin daran biçînin, li paqijiyê baldar bin. Desteya Jîngehê jî dê erka xwe ya zêdekirina herêmên kesk û zêdekirina perêzgeha bidomîne.”

(dc)

ANHA