Di salvegera fermanê de dê perestgeheke olî ya Êzidiyan bê avakirin

Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê dê di salvegera fermana 2014’an a li dijî civaka Êzidî ya Şengalê de projeya avakirina perestgeheke olî li gundekî Amûdê bide destpêkirin.

Di salvegera fermanê de dê perestgeheke olî ya Êzidiyan bê avakirin
30 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD – SILAVA EBDUREHMAN

Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê amadekariyên avakirina perestgeheke Êzidiyan dike. Perestgeh dê ne tenê avahiyek olî be, lê di heman demê de dê bibe cihekî çandî ku mîrateya Êzidiyan ji windabûnê biparêze.

Têkidlarî avakirina perestegehê, berî salekê komîteyeke Êzidiyên li Ewropayê dijîn, pêşniyar kir ku perestgehek ji bo Êzidiyan li Rojava were avakirin ku mêvanên ji hundir û derveyî civakê pêşwazî bike.

Civaka Êzidî ya xwecih ev pêşniyar pêşwazî kir û wek gaveke girîng ber bi parastina hafîzeya civakî û mîrateya olî ya Êzidiyan ve bi nav kir.

HÎMÊ WÊ DI SALVEGERA FERMANÊ DE TÊ AVÊTIN

Li gorî planê, hîmê perestegehê dê 3’yê Tebaxê (salvegera fermana sala 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîbû) were avêtin.

Endamê Meclisa Mala Êzidiyan û endamê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Îlyas Seydo diyar kir ku Êzidî li herêmê hene, lê berê derfeta wan tune bû ku perestgehekê ji xwe re ava bikin û got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê derî ji me re vekir ku em tiştê ku me xeyal dikir bi cih bînin.”

Seydo anî ziman ku tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser ji xebatên wan haydar in û piştgiriya wan dikin û got: "Perestgeh dê semboleke olî û çandî be ku nasnameya Êzidiyan û taybetmendiyên wan nîşan bide û dê di bîranînê de wek navnîşana hebûn û berdewamiyê tevî hemû êş û azaran be.”

Îlyas Seydo aşkera kir ku perestgeh dê li gundê Dugur ê Amûdê were avakirin ku nêzî cihên Êzidiyan e. Her wiha da zanîn ku dê li ser erdekî ku ji bo çandiniyê guncaw nîn e û rûbera wê 42 donim e, bê avakirin.

DÎZAYNA PERESTGEHÊ JI MÎRATEYA ÊZDAYETIYÊ HATIYE GIRTIN

Hejmareke endezyarên Êzidî yên li Ewropayê ji bo dîzaynkirina perestgehê hatine erkdarkirin. Li gorî wê, di nîvê perestgehê de dê qubeyeke sereke hebe û li dora wê jî 5 qubeyên biçûk hebin. Dê holeke mezin jî hebe ku têra hezar kesî bike. Dîsa jî dê eywaneke mêvanan û parkek werin avakirin ku dê sembolên olî û çandî yên Êzidiyan lê hebin. Her wiha dê qadek ji bo pêşandana sembolên dîrok û çanda Êzidiyan were diyarkirin.

Çavdêrên vî karî diyar kir ku ev xebat ku berhemeke Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, dê bibe qubleyeke çandî û ruhanî û dê bibe şahidê pirrengî û pêkvejiyanê.

Xebatên avakirina perestgehê anku danîna kevirê bingehîn dê 3’yê Tebaxê bi beşdariya pêkhateyên herêmê, endam û rêveberên saziyan dest pê bike. Di heman rojê de û li heman cihî dê ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 2014’an çalakiyek bê lidarxistin.

(bb)

ANHA