Birîndarên şewata li Dirbêsiyê jiyana xwe ji dest dan

Di şewata jeneratorekê de li Dirbêsiyê zarokek û welatiyek birîndar bûbûn, vê êvarê her duyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Birîndarên şewata li Dirbêsiyê jiyana xwe ji dest dan
29 tîrmeh, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Komîna Şehîd Canda Welat a bajarê Dirbêsiyê agir bi jeneratorekê ketibû. Di encamê de şewat derketibû û zarokê bi navê Mihemed Şerabîn ê 12 salî û xwediyê jeneratorê Hesan Sedûn ê 30 salî bi giranî birîndar bûbûn. 

Mihemed Şerabîn ji bo dermankirinê derbasî Şamê hate kirin lê di nexweşaneyê de jiyana xwe ji dest da. Hesan Sadûn jî di nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê de jiyana xwe ji dest da.

Sedûnê bavê 2 zarokan, di Odeya Esnafan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de endamekî rêveber bû. Di komîteya xizemtguzariyê ya komîna Şehîd Canda Welat de jî endam bû. Her wiha çavdêriya xebitandina jeneratora di komînê de dikir.

Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Gel gihaştibûn cihê bûyerê û agirê derketibû vemirandibûn.

(şx)

ANHA