Kampanyaya YRAˊyê ya dijî nefret û cudakariyê bi dawî bû

YRAˊyê kampanyaya "Bi hev re li dijî ragihandina ku nefret û cudakariyê kûr dike derkevin" ya ku di 22ˊyê Tîrmehê de bi beşdarî û îmzekirina 150 rojnamevanan hatiye destpêkirin, bi dawî bû.

Kampanyaya YRAˊyê ya dijî nefret û cudakariyê bi dawî bû
6 tebax, 2025   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) der barê kampanyaya "Bi hev re li dijî ragihandina ku nefret û cudakariyê kûr dike derkevin" de daxuyaniya bidawîkirinê da.

Daxuyanî wiha ye:

"Kampanyaya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina Ku Nefret Û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” a komkirina îmzeyan ku ji hêla Yekitiya Ragihandina  Azad – YRA ve di 22ˊyê Tîrmeha derbasbûyî de dest pê kiribû, piştî 15 rojan, bi beşdariyek berfireh ji rojnamevan, saziyên ragihandinê, aktorên herêmî û navneteweyî, bi serkeftinek mezin bi dawî bû.

Hejmara îmezekaran 150 rojnamevan, dehan saziyên çandî, civakî, navendên cuda yên ragihandinê, navendên lêkolînên stratejîk, kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, akademisyen, serbixwe, saziyên Rêveberiya Xweser, ji hundirê Sûriyê û ji welatên cuda yên cîhanê, derbas kir. Di nava  beşdaran de gelek saziyên ragihandinê yên xweser li Rojhilata Navîn û cihanê hebûn. Aliyên beşdarî kampanyayê bûne, tekezî li ser girîngiya hevgirtina ragihandina  azad kirin ku li dijî ragihandina nefretê kûr dike, radiweste.

Di encamê de kampanyaya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” gaveke kêmdîtî ya xortkirina berpirsiyariya çapemeniyê ye, piştgiriya aştiyê dike û kiryarên hanadan, sorkirin û tûjkirinê ku gefê li jiyana hevbeş û aştiya sivîl dixwin, deşîfre dike.

Yekitiya Ragihandina  Azad spasiya hemû kes û saziyên tevlî kampanyaya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” bûne dike û keda wan çendîn giranbuha dibîne. Her wiha tekezî li berdewamiya xebatên hevbeş ên afirandina ragihandineke azad û pîşeyî dike ku ji bo avakirina aştî û civaka bi sinc û demokratîk, li ser bingeh û rêgezên dadmendî, wekhevî û jiyana hevbeş tê dikoşe.

Di dawiyê de; Yekitiya  Ragihandina  Azad piştrast dike ku ew ê encamên kampanyayê di dosyayeke taybet de belge bike û wê ji saziyên pêwendîdar ên herêmî û navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û sandîkayên ragihandinê yên navneteweyî re bişîne. Em bawer in ku dê ev yek jî zextê li dijî ragihandina ku nefret û cudakariyê kûr dike, zêde û deşîfre bike. Her wiha dê ji bo hevkariya têkoşîna herêmî û navneteweyî ya li dijî van diyardeyan gaveke xort be."

(fr)