Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome

Kampanya paqijiyê ya ku Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk dabû destpêkirin, li Qamişloyê berdewam e.

Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome
Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome
Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome
Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome
Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome
Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome
Kampanya `Jingeha me pêşîniya me ye` didome
27 gulan, 2024   13:58
QAMIŞLO

Kampanya paqijiyê ku Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi dirûşma "Jîngeha me pêşîniya me ye" bi hevkariya şaredariyên gel ên Qamişlo û Hesekê dabû destpêkirin, didome.

Bi dehan dilxwaz taxa Xelîc a Qamişlo paqij kir. Paqijiya li taxê roja şemiyê dest pê kiribû.

Dilxwaz hefteyê 2 rojan (şemî û duşem) kolanan paqij dikin, çopê radikin û bi endamên komînan re serdana malan dikin da ku çanda parastina jîngehê belav bikin.

Piştî bidawîkirina kampanyayê dê hawiye li gorî pêwîstiyê li hin taxan bên bicihkirin û piştî paqijkirina kolanên Qamişloyê, kampanya dê li Hesekê dest pê bike.

(şx)

ANHA