Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir

Mûsa El Mûsa, ji bo hezkirina xwe ji çandiniyê re dewam bike, parçeyeke erdê xwe veguhast şitilgehekê. Ev 20 sal e şitilgeh hatiye vekirin û li kantona Tebqayê şitilgeha herî kevn e.

Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir
Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir
Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir
Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir
Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir
Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir
Kalemêrekî 60 salî şitilgeh vekir
25 hezîran 2024   07:35
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Şitilgeha ˊQebesˊ ji kevintirîn şitilgehên çandiniyê yên kantona Tebqayê ye. Şitilgeh ji 20 salan zêdetir ve hatiye vekirin û tê de gelek cureyên nebatan heye.

Di rûbereke kêmtirî 2 doniman de, Mûsa El Mûsa zêdetirî 5 hezar şitlên darên cûrbecûr, kulîlk û nebatên xemilandinê û yên nadîr, li şitilgehê çandine.

Mûsa El Mûsa (60) ji ajansa me re behsa tecrûbeya xwe ya çandiniyê re kir. El Mûsa peymangeha elektronîk xwendiye, lê ji ber hezkirina xwe ji çandiniyê re, wî şitilgeh vekir.

El Mûsa di 2004'an de şitilgeha xwe ya bi navê ˊQebesˊ vekir û di şitilgehê de tev zarokên xwe dixebite.

El Mûsa berî ku vegere bajarê xwe Tebqayê, li Lubnanê dixebitî. El Mûsa ji Lubnanê bi xwe re hin cûreyên nebatan û kulîlkan anîn. Heta niha jî nebatek bi navê "sîkas" ji 24 salan ve li gel wî maye.

El Mûsa diyar kir ku xwest navê malbata xwe (Qebes) li Şitilgehê bike û got: "Nebat ruh in. Pêdiviya wan bi girîngîdayînê heye. Dema ku ez sibê şiyar dibim ez berê xwe didim şitilgehê û li nebatan dinêrim û rewşa wan dişopînim."

Şitilgeha El Mûsa ji gelek beşan pêk tê. Beşa nebatên xemilandinê, beşa darên berhemdar, beşa kaktus (cureyeke nebatên li çolistanê peyda dibe û bi stirî ye) û beşa darên merxê û yên hawîrdorê. El Mûsa got pêdiviya her beşekê bi baldariyeke taybet heye.

NEBATÊN NADÎR

Di şitilgeha Qebes de gelek cûreyên darên nadîr li Sûriyeyê hene. Ev darên nadir hene: behbehane, qişta (annona) û mango û darsîna.

Li kantona Tebqayê 10 şitilgehên ji aliyê Desteya Çandinî û Avdanê ve hatine ruxsetkirin, hene. Ew jî heta astekê pêdiviyên kantonê ji daran pêk tînin.

(mh)

ANHA