Li Şehbayê merasîma xiyabî ya şehîd Berxwedan Qehreman
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Berxwedan Qehreman merasîma xiyabî li dar xist.
Di merasîma xiyabî ya gerîlayê HPGˊê şehîd Berxwedana Qehreman (Mihemed Silêman) de xelkê Efrîn û Şehbayê beşdar bûn. Şehîd Berxwedan Qehreman di 16ˊê Çileya 2024ˊan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Merasîm li pêş mala malbata şehîd a li gundê Kefer Garis ê bajarokê Ehdas hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba Xedîce Îbo sersaxî da malbata şehîd.
Xedîce wiha got: "Bi saya fedekariya şehîdan em gihaştin vê qonaxê. Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana keç û xortên me zirarên mezin dide. Em soz didin ku têkoşînê mezin bikin."
Li ser navê malbata şehîd, Hêvîn Silêman axivî û got: "Em dev ji rêça keç û xortên xwe bernadin. Em soz didin wan li ser şopa wan bin."
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
(fr)
ANHA