Şêniyên Dêrikê piştgirî da berxwedana girtiyan: Armancên me yek in

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji berxwedana girtiyên azadiyê re ku di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ne, nîşan da û got: "Armancên me yek in".

Şêniyên Dêrikê piştgirî da berxwedana girtiyan: Armancên me yek in
25 hezîran, 2024   02:35
QAMIŞLO
KÛMA ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji berxwedana girtiyên azadiyê yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de nîşan da. Di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de ji 7 mehan ve çalakiya girtiyan bi diruşma ˊBi Rêbertî re heman şert û mercî bijînˊ dewam dike. 

Welatiya bi navê Ayşe Berhem binpêkirinên qanûnî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de pêk tên şermezar kirin û got: "Mafên her welatiyekî/ê heye. Lê dewleta Tirk ew ji mafên wan bê par kirin, ji ber ku banga azadiyê kir."

Ayşe Berhem wiha domand: "Ji bo pêkanîna armanc û daxwazên girtiyên azadiyê yên di zîndanan de û bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, divê gel rabe ser pêyan û serî hilde."

Welatiyê bi navê Behzad Remedan jî wiha axivî: "Em ê piştgiriya xwe ji bo girtiyên di zîndanên dewleta Tirk de, bidomînin. Ji ber ku armancên me hevbeş in. Ew jî bi rêya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogerkirina azadiya gelan e."

Welatiyê bi nave Omer Îsmaîl jî got: "Berxwedana zîndanan ji zêdetirî 7 mehan ve didome. Divê hemû pêkhate destekê bidin vê berxwedanê û nerazîbûna xwe li hemberî siyasetên êşkence û tecrîdê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan bidin. Divê ev yek jî piştgiriya xurt be."

(mh)

ANHA