Kaja Kallas daxwaza çareseriyeke dîplomatîk ji bo pirsgirêka Îranê kir

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê berî gera sêyemîn a dan û standinên ku tê payîn di navbera Tehran û Washingtonê de werin lidarxistin, daxwaza "çareseriyeke dîplomatîk" kir.

 Kaja Kallas daxwaza çareseriyeke dîplomatîk ji bo pirsgirêka Îranê kir
23 sibat, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas daxwaza çareseriyeke dîplomatîk ji bo rageşiyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de kir.

Kallas beriya civîna wezîrên karên derve yên YE`yê got: “Em li vê herêmê ne hewceyî şerekî din in, jixwe gelek şer hene.”

Kallas wiha lê zêde kir: "Rast e ku Îran di serdema xwe ya herî qels de ye. Divê em ji vê demê sûdê wergirin da ku çareseriyeke dîplomatîk peyda bikin.”