Alîkariyên xelkê Başûr li koçberan hatin belavkirin

Alîkariya ku ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê ve hatibû şandin, li koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên li bajarê Qamişloyê hatin belavkirin.

Alîkariyên xelkê Başûr li koçberan hatin belavkirin
Alîkariyên xelkê Başûr li koçberan hatin belavkirin
Alîkariyên xelkê Başûr li koçberan hatin belavkirin
Alîkariyên xelkê Başûr li koçberan hatin belavkirin
Alîkariyên xelkê Başûr li koçberan hatin belavkirin
23 sibat, 2026   12:19
 QAMIŞLO

Li taxên Enteriyê û Cûdî yên bajarê Qamişlo bi rêya komîn û meclisên her du taxan 350 paketên xwarinê ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatin belavkirin.

Alîkarî ji aliyê şêniyên herêma Sengeser, Hecîawa û Pencewînê yên Başûrê Kurdistanê ve hatibû birêkirin û bi rêya Heyva Sor a Kurd li koçberên ji Efrîn û Şehbayê hatin belavkirin.

ANHA